07:36 21 Tebax 2017
Zindî
    HSD

    Piştî kontrolkirina 20 mezra û 40 gundan qonaxa yekemîn bi dawî bû

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 118920

    Li gorî zanyariyên berdest, piştî kontrolkirina 20 mezra û 40 gundî qonaxa yekemîn a Operasyona Xezaba Firatê ya Reqqayê bi dawî bûye.

    Herwiha Fermandara Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Rojda Felat ragihand ku şeva 12ê Mijdarê qonaxa yekemîn a operasyona Reqqayê ku wekî "Xezeba Firatê" tê binav kirin, bi dawî bûye.

    Rojda Firat ji medyayên nêzîkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk re got: "Heya niha 20 mezra û 40 gund ji destê rêxistna terorîst a DAIŞê rizgar kirine û niha hêzên me dest bi paqijkirina gundên rizgarkirî û rakirina bombe û teqemeniyê wan kirin. Felat herwiha diyar kir ku ew dê di nava çend rojan de encamên operasyonê bi civîneke rojnamevanî ji rayagiştî re eşkere bikin.

    Roja 6ê Mijdarê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku pêşengiya wê YPG dike, bi daxuyaniyekî eşkere kiribû ku operasyona Xezeba Firatê dest pê kiriye. Armanca vê operasyonê kontrolkirina Reqqayê ye.

    Bi heman mijarî:

    YPG 3 gund rizgar kirin û ber bi Reqqayê ve bi pêş ve diçin
    Balafirên Hevpeymanê li Reqqayê li sivîlan xist: Jê 7 zarok 23 mirî
    Rêxistina Çavdêriya Sûriyeyê: Hevpeymanê 16 kes li çoltera Reqqayê kuştin
    Izvestiya: "Kurdên sûriyeyî dixwazin Reqqayê tevlî herêma xweser bikin"
    ‘Di Operasyona Reqqayê de heta niha hêzên me 14 km pêşve çûne'
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, HSD, Operasyona Xezaba Firatê, Rojda Firat, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de