02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Reva sivîlan ji Mûsilê berdewam dike - koçber

    47 hezar kes neçar mane ji Mûsilê birevin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Wezareta Koçberî û Koçberan a Iraqê ragihand ku hejmara kesên neçar mane ji bajarê Mûsilê derkevin gihiştiye 47 hezaran.

    Rayedara wezaretê Diya Selalê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan îro ji herêma Hiweyceyê ya Kerkûkê û navçeya Qeracê û herêma Esalih El-Eyserê yên Nînewayê, wan pêşwaziya 3 hezar û 27 kesan kiriye û ew ki kampa hesen Şamê ya Rojhilatê Mûsilê û kampa Dibkeyê ya başûrê rojhilatê Mûsilê hatine bicihkirin.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara kesên ku ji ber operasyona di 17ê Cotmehê de dest pê bike gihişt 47 hezaran.

    Ji aliyê din ve, rayedar3e Heyva Sor a Iraqê İyad Fadil diyar kir ku ji destpêka operasyonê û heta niha wan pêdiviyên alîkariyê gihandine 30 hezar kesî.
    Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji roja pêşî ya operasyonê de diyar kiribû ku ihtimal heye, bêtirî milyonek kes ji cih û warên xwe bibin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê kete 3 taxên nû yên Mûsilê
    NY: “DAIŞê, li nêzî Mûsilê serê 6 milîtanên xwe jê kir”
    Di şerê Mûsilê de yên herî mexdûr dibin, zarok in
    'Beşeke mezin a Mûsilê Kurdistan e'
    Artêşa Iraqê taxeke din li Mûsilê stend
    Pêşveçûna Artêşa Iraqê ya li Mûsilê dewam dike
    Artêşa Iraqê taxa Sedam a Mûsilê rizgar kir
    Etîketan:
    penaber, Diya Selal, Îyad Fadil, Nînewa, Kerkûk, Iraq, Kurdistan, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de