16:51 23 Tebax 2017
Zindî
    Alaya TEV-DEM û YPGê

    TEV-DEM: Kesên dixwazin ereb ji hêzên me veqetin, piştgiriya DAIŞê dikin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 264220

    Endamê TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kir ku ew hêzên bangî ciwanên ereb dikin ta ku ji hêzên me veqetin, piştgiriyê didin DAIŞê.

    Endamê Heyeta Birêveberê yê TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kir ku bangên wiha, neyariyeke eşkere ji şoşreşa Rojavayê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ye.

    Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Xelîl axiftina xwe wiha dewam kiriye: "Ew hêz bi ajandeyên derveyî ve girêdayî ne ku piştgiriyê didin DAIŞê û wê diparêzin".

    "EREB VEQETIYANE Û LI DIJî KURDAN ŞER DIKIN"

    Meclisa Eşîrên Ereb ên Hesekê ya ku bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev kiriye, bangî leşkerên Ereb kiribû da ku ji hêzên YPGê û Asayişê veqetin û hatibû îdiakirin ku leşkerên Ereb jî jê veqetiyane û Parêzgarê Hesekê soz daye leşekrên Ereb û gotiye "Ger ku hûn ji hêz û asayişa kurdan veqetin, di derbarê wê de wê tu miameleyên cezayê neyê kirin."

    Herwiha hatibû îdiakirin ku Meclisa Eşîrên Ereb ên Hesekê bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re civiyane û piştî civînê bangî leşkerên Ereb kiriye da ku ji hêzên kurd veqetin û li ser vê yekî jî li Qamişlo û Hesekê bi dehan leşkerên Ereb ji hêzên YPGê û Asayişê veqetiyane.

     

    Bi heman mijarî:

    YPG 3 gund rizgar kirin û ber bi Reqqayê ve bi pêş ve diçin
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êriş kir, kuştî û birîndar hene!
    YPG: Em ê bersiva êrîşên artêşa tirk bidin
    YPG: Bi destpêkirina Xezeba Firatê re êrîşên Tirkiyê zêdetir bûne
    Çavuşoglu: "YPG nakeve nava bajarê Reqqayê"
    YPG: Artêşa tirk êrîşî baregehek me kir
    Obama ji Erdogan re: YPG dê di operasyona Reqayê de cih bigire
    Etîketan:
    şoreşa rojava, Meclisa Eşîrên Ereb ên Hesekê, HSD, TEV-DEM, YPG, Aldar Xelîl, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de