14:54 21 Tebax 2017
Zindî
    Polîsan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kirin

    Qeyûmê Şaredariya Amedê qeyrana dil derbas kir

    © Sputnik/ O. Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15950

    Cumali Atilla yê ku di piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli hatin girtin, di 1ê Mijdarê de wek qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat tayîn kirin, duh danê sibê qeyrana dil derbas kir.

    Li gorî çavkaniyên herêmî hat ragihandin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Cumali Atilla duh danê sibehê di mala xwe de qeyrana dil derbas kir.

    Hat diyar kirin ku li ser vê yekê parêzvanên Atilla gazî ambûlansê kirine û ew rakirine Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat dest nîşan kirin ku Qeyûm Cumali Atilla wê rojê heta êvarê li nexweşxaneyê di bin tedawiyê de hatiye girtin û di saetên berêvarê de ji nexweşxaneyê derketiye.

    Her wiha hat gotin ku qeyûm Cumali Atilla di saetên ku qeyûmê Şaredariya Dêrîkê Muhammed Fatih Safîturk hat kuştin de qeyrana dil derbas kiriye. Tê zanîn ku qeyûmê Şaredariya Dêrikê Safîturk rastî êrîşekê hatibû û piştî êrîşê bi birîndarî li Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Ji 30 şaredarên Swêdê daxwaza serbestberdana Kişanak û Anli
    Serdozgeriya Amedê ji bo Kişanak û Anli daxuyanî da
    Piştî Anli û Ata Kişanak jî hat girtin
    Kişanak û Anli sewqî dadgehê hatin kirin
    Hevşaredarê Amedê Anli hat girtin, jêpirsîna Kişanak jî dewam dike
    Ji bo Şaredariya Amedê qeyûm hate tayînkirin
    Etîketan:
    qeyrana dil, derbaskirin, Qeyûmê Şaredariya Dêrikê, Qeyûmê Şarederariya Bajarê Mezin ê Amedê, Muhammed Fatih Safiturk, Cumali Atilla, Dîlok, Dêrik, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de