14:59 21 Tebax 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê PDK-Rojhilat Xalid Ezîzî

    Serokê PDK-Rojhilat dev ji erka xwe berda

    © Foto: kurdistanukurd.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 101 0 0

    Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan a Rojhilat (PDK-Rojhilat) Xalid Ezîzî bi nameyekê daxuyand ku wî dev ji erka xwe berdaye.

    Xalid Ezîzî di nameya xwe de behsa sedemên berdana erka xwe nekir lê da zanîn ku ew ê weke endamekî rêveberiyê bimîne.

    Ji ber berdana erk a Ezîzî divê rêveberiya PDK Rojhilat di nava 2 mehan de sekreterê xwe yê giştî hilbijêre. Tê ragihandin ku ji bo endamtiya sekreteriyê navê kesên wekî Cîgirê Sekreterê wê partiyê Mistefa Mewlûdî, Endamê Komîteya Navendî Aso Hesenzade û Endamê Deftera Siyasî Mistefa Şelmaşî derbas dibe.

    Xalid Ezîzî di sala 2006a de bûbû rêberê PDK Rojhilat û wî ji bo yekîtiya partiyên Kurdên Kurdistana Îranê û siyaseta sivîl hewl dida.

    Her wiha di meha Sibata 2016a de16emîn kongreya PDK Rojhilt pêk hatibû lê endamên partiyê di wê kongreyê deng bikar neanîn.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de