10:57 20 Tebax 2017
Zindî
    HSD

    Berdevka Xezeba Firatê ji bo penaberan bangî cîhanê kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 802 0 0

    Berdevka operasyona Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina Reqqayê Cîhan Şêx Ehmedê diyar kir ku qonaxên bê yên operasyonê dê dijwartir û tundtir bin û bangî saziyên navdewletî kir ku alîkariyê ji bo penaberan dabîn bikin.

    Cîhan Şêx Ehmed di konferanseke çapemeniyê ya Nivîsgeha Medyayê ya Birêveberiya Xweser a Rojavayê de axivî û derbarê pirsyarekê de bê hevahengî di navbera operasyona Mûsil û reqqayê de heye yan na wiha got: "Herdû operasyon di heman demê de pêk tên û ji bo heman armancê tên kirin lê hevahengiyeke rasterast di navbera wan de tine."

    Gazete (medya)
    © Sputnik/ Руслан Кривобок
    Herwiha Ehmedê derbarê penaberan, pêdivî û dabînkriina wan pêdiviyan de jî wiha got: "Rêjeyeke bilind ji penaberan ji herêmên di bin kontrola DAIŞê de direvin ber bi deverên ewle yên HSD kontrol dike û hêz jî ji aliyê xwe ve çi ji destê wan tê dikin."

    "RÊDÛR XELÎL JÎ BANG KIRIBÛ"

    Berdevkê derbarê heman mijarê de bangî rêxistinên navdewletî kir ku piştgirî û alîkariya mirovî ya pêwîst bidin penaberan li cihê şerê.

    Hêjayî gotinê ye ku berî niha, Berpirsê çapemenî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê herêma Rojava Rêdûr Xelîl li ser hisabê medya civakî ya Twitterê ji bo penabêrên mûsilî ku diçin Rojava banga saziyên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir.

    Ji aliyê din ve, Ehmedê teqez kir ku qonaxên bê yên operasyonê dê dijwartir û tundtir bin û wiha pê de çû: "Em wiha difikirin ku operasyon bi mehan berdewam bike û demeke diyar jê re tine."

    "BIRÊZ TRUMP, GIRINGIYÊ DIDE ŞERÊ DAIŞÊ"

    Derbarê helwesta birêvberiya nû ya Amerîkayê de jî berdevka operasyonê wiha got: "Birêz Trump giringiyê dide şerê li dijî DAIŞê û em jî wiha difikirin ku helwesta wî dê baş be, em hêvî dikin ku hevkarî xurttir bibe."

    Herwiha Ehmedê diyar kir nûçeyên dibêjin şervanên HSDê ketibûn kemîneke DAIŞê derew in û teqez kir ku bipêşketin û biserkeftinên hêzên wan berdewam in.

    Bi heman mijarî:

    Telal Silo: Hêzên nû beşdarî operasyona Xezeba Firatê bûn
    YPG: Bi destpêkirina Xezeba Firatê re êrîşên Tirkiyê zêdetir bûne
    Di operasyona Xezeba Firatê de 5 gundên din hatin rizgarkirin
    Xezeba Firatê mezrayek rizgar kir
    HSD: Operasyona Reqqayê bi navê Xezeba Firatê dest pê kir
    YPGê bîlançoya operasyona Xezeba Xabûrê ragîhand
    Operasyona “Xezeba Xabûrê” berdewam e: 6 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    YPG, HSD, DAIŞ, Donald Trump, Cîhan Şêx Ehmed, Amerîka, Sûriye, Iraq, Mûsil, Reqqa, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de