15:05 21 Tebax 2017
Zindî
    Steffan De Mistura

    De Mistura li Tehranê, Helebê gotûbêj dike

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura îro bi alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê ji bo karûbarên welatên erebî Hisên Cabirî El-Enasarî re li paytexta Îranê, Tehranê civiya ta ku rewşa Helebê gotûbêj bike.

    Çavkaniyeke ji wezareta derve ya Îranê ji Spûtnîkê re diyar kir ku Staffan De Mistura li ser daxwaza Hisên Cabirî El-Enasarî îro şemiyê hatiye Tehranê û herdû aliyan pêşketinên dawî yên Sûriyeyê gotûbêj kirine.

    Herwiha heman çavkaniyê wiha dewam kir: "Giringtirîn mijarên gotûbêjan, çareseriya siyasî, rewşa mirovî li Sûriyeyê û herwiha gotûbêj li ser rewş û pêşketinên li Helebê jî bûn".

    Ji aliyê din ve, alîkarê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Jan Egeland roja pêncşema borî diyar kiribû ku NYyê pêwendiyê bi hemû aliyan re datîne ta ku rêkeftineke nû ji bo rojhilatê Helebê pêk bînin berî ku zivistan were wê derê.

     

    Bi heman mijarî:

    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
    “Heleb ji Sûriyeyê re, termê projeya kurdan ji Tirkiyeyê re”
    Ihlam Ehmed: ‘Armanca Tirkiyê Heleb e'
    HELEB - Rejîm û terorîst şer dikin welatiyên sivîl zerarê dibînin: 35 kuştî
    SOHR: "Li Heleb û Gûtayê herî kêm 80 kes hatin kuştin"
    HELEB - 24 saet 12 kuştî
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Etîketan:
    qeyrana Helebê, Neteweyên Yekbûyî, Hisên Cabirî El-Enasarî, Jan Egeland, Staffan de Mistura, Tehran, Sûriye, Heleb, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de