18:42 17 Tebax 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî

    PDK-Î Trump pîroz kir û got: Piştevanî û hevkariya Kurdan bike

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7020

    Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî bi nameyekê pîrozbahî li Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump kir û azadiya Kurdan piştevanî û hevkarî jê xwest.

    Li gorî agahiyên Kurdistanmediayê Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî di nameya xwe de got, "Ji bo serkeftina cenabê we di hilbijartina 45emîn a serokatiya Amerîkayê de ez pîrozbahiyên germ li we dikim. Hêvîdar im di dema serokatiya we de hûn ê xizmeteke baş ji bo gelê Amerîkayê bikin."

    Hicrî di nameya xwe de hêvî ji Trump kir ku ew ê ji bo aşitiya li Rojhilata Navîn û bidestxistina mafên neteweyî hewl bide û got, "Neteweya Kurd li vê herêmê zêdetirî sed salan e ji bo azadî, yekitî û mafên xwe yên neteweyî dixebite. Partiya min, PDK-Î ev 71 sal in li dijî rejîma dîktatorên Îranê berevaniyê dike."

    Serekê PDK-Îyê ji bo Trump anî ziman ku rejîma Îranê li wî welatî zordariyê li hemû kesên azadîxwaz dike û bi taybetî jî li Kurdistana Îranê bi hezaran kesên di karên siyasî û xebata pêşmergeyan de cih girtine, hatine darvekirin.

    Hicrî di dawiya nameya xwe de ji bo aşitî, aramî û azadiya li herêma Rojhilata Navîn û ya Kurdan bangî piştevanî û hevkariyê li Trump kir.

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî bi General Townsend re civîya
    Barzanî ji bo Trump: Gelê Kurdistanê li bende piştgiriya we ye
    Barzanî: Em dixwazin Serok Trump li Kurdistanê pêşwazî bikin
    Hacî Mahmûd bangî Trump kir: Piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
    Etîketan:
    hevkarî, piştevanî, pîrozkirin, Serokê 45emîn ê Amerîkayê, Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê, Donald Trump, Mistefa Hicrî, Amerîka, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de