02:34 17 Tebax 2017
Zindî
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    Rojnamegerê fransî li Dîlokê hate desteserkirin

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Rojnamegerê fransî Olivier Bertrand ku ji bo nûçeyê çûbû Dîlokê hte desteserkirin. Ji bo desteserkirina rojnameger ti hincet nehatiye diyarkirin.

    Bertrand duh li gel fotograferekî ji Tirkiyê li Dîlokê hatin desteserkirin. Piştî demekê fotografer serbest hate berdan lê rojnamegerê fransî hîna jî desteserkirî ye.

    Xwediya malpera lesjours.fr Isabelle Robert got ku "Ti hincet nîşan nedane".

    Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas Christophe Deloire li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî vê rewşê da. Deloire wiha got: "Aşkere ye ku li Dîlokê destesekirina dijyaseyî ya hempîşeyê me yê fransizî Olivier Bertrand fişara li ser azadiya çapemeniyê ya Tirkiyê ye".

    Hate zanîn ku Balyozxaneya Fransayê ji bo rewşa Bertrand ketiye nava hewldanan.

    Bertrand herî dawî ji bo nivîskar Asli Erdogan a girtî peyamek li ser Twitterê parvekiribû. Di peyamê de wiha hatibû gotin: "82 roj in ku nivîskar Asli Erdogan hatiye desteserkirin, ji tîrmehê heta niha 34 hezar kes avêtin girtîgehê. 34 hezar!"

    Bi heman mijarî:

    Nehiştin rojnamegerê Amerîkî were Tirkiyê
    Rojnamevanek din hate desteserkirin!
    Li Cizîrê rojnamevanek din jî birîndar bû
    Sabuncu jî di nav wan de 9 rêvebir û rojnamevanê Cumhuriyetê hatin girtin
    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Etîketan:
    rojnameger, desteserkirin, lesjours.fr, Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Christophe Deloire, Isabelle Robert, Olivier Bertrand, Asli Erdogan, Dîlok, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de