02:07 24 Tebax 2017
Zindî
    Heleb

    NY: Sermala ‘Bihara Erebî' li herêmê 600 milyor dolar e

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Neteweyên Yekgirtî aşkere kir ku tevgerên protestoyî yên çapemeniya welatên Rojavayî weke ‘Bihara Erebî' binav dikirin, meznahiya herêmê, ji 2001an û heta niha 614 milyor dolar bi paşde kişandiye.

    Ev hesabkirin xwedê taybetmendiyeke wisa ye ku cara pêşîn hesabkirina ji hêla saziyeke aboriyê ya mezin ve tê çêkirin ku ev sazî Komisyona Aborî û ya Civakî ya Asyaya Rojava ya Neteweyên Yekgirtî (ESCWA) ye.

    Protestoyên ku li Tunisê destpêkiribûn herçiqas ku li çap welatan serok hatibûn guhertin jî bibû sedem ku li Sûriyê, Libya û Yemenê şerê navxweyî derkeve.

    Li gorî nûçeya beşa tirkî ya BBCê, ESCWAyê ji bo ku vê hesabkirinê çêbike, texmînên mezinbûna aboriyê yên herêmê yên beriya serhildanan bikar aniye.

    SÛRIYÊ 259 MILYAR DOLAR WENDA KIRIYE

    ESCWAyê herwiha ne tenê welatên ku rasterast di bin bandora bêaramiya siyasî de dimînin lêkolîn kiriye, herwiha welatên herêmê yên ne rasterast be jî di bin bandora kêmbûna turîzmê, windahiya dowîzê û penaberan de mane jî lêlokîn kiriye.

    Li Sûriyê ji sala 2011an û heta niha windahiya sermayeyê gihiştiye 259 milyar dolarî.

     

    Etîketan:
    Bihara Erebî, Komisyona Aborî û ya Civakî ya Asyaya Rojava ya Neteweyên Yekgirtî (ESCWA), Yemen, Libya, Tunis, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de