11:04 20 Tebax 2017
Zindî
    şer - pevçûn - polês - êriş - operasyon

    Kurdî-Der û Şanoya Seyr–i Mesel jî hatin girtin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13811

    Di nava komeleyên ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê de biryara girtina wan daye Şanoya Seyr-i Meselê, Kurdî-Der û MKM jî hene.

    Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê di encama biryarekê de xebatên 370 komeleyan da sekinandin. Hinceta Wezaretê ew bû ku komele têkiliya van bi FETOyê, PKK û KCKê, DHKP-Cyê û DAIŞê re hene dane girtin. Piştî biryara Wezaretê polîsan bi ser hin komeleyan de girtin û mohr li deriyên wan xistin.

    Di nav komeleyên ku heta niha hatine girtin de ji bilî Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Kurdî-Der, Goç-Der, şanoya Sey-î Mesel, Komeleya Oldaran û Navenda Çandê ya Mezopotamya (MKM) jî hene.

    Di nava komeleyên ku biryara girtina wan hatiye dayin de Kongreya Jina Azad (KJA), Saziya Malbatên Piştgiriya bi Malbatên Wendayan a Mezopotamyayê (MEYA- DER) Federasyona Komeleyên Piştgiriya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED), Navenda Çandê ya Dicle-Firatê, Komeleya Çandê ya Rojava, Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, Federasyona Mafên Demokratîk, Navenda Çandê ya MEDê, Komeleya Azadiyan, Komeleya Jinê ya Gokkuşagi, Komeleya Malbatên Girtiyan (TUAD), Komeleya Aştiyê, Komeleya Piştgiriyê ya Jinê ya Panayir û gelekên din hene.

    Bi heman mijarî:

    DIHA û Jinha hatin girtin
    Polîsan bi ser Denge TV û Van TVyê de girtin
    RTUKê hişyarî da Ozgur Gun TV û Van TVyê
    Ozgur Gun Tv hate astengkirin
    Girtina IMC Tv yê di rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê de ye
    Etîketan:
    Komeleya Oldaran, Seyr-i Mesel, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), GOÇ-DER, FETO, ÇHD, Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, kurdî-der, navenda çanda mezopotamyayê, Buroya Hiqûqê ya Halkin, DHKP-C, PKK, KCK, DAIŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de