18:27 20 Tebax 2017
Zindî
    Hisham Al Alawi

    Iraqê ji bo çareseriyê pêşniyareke bi 5 xalan pêşkeşî Tirkiyeyê kir

    Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Qeyrana di navbera Iraq û Tirkiyeyê de berdewam dike. Li gel vê yekê Balyozê Iraqê yê li Enqereyê Hişam El Alavî daxuyand ku wan li hemberî pêşniyara Enqereyê bersiva xwe bi 5 xalan daye.

    El Alavi di derbarê operasyona Mûsilê de agahî da kome dîplomat, akademîsyen û rojnamegeran û got heta dawiya salê Mûsilê wê ji DAIŞê were paqijkirin.

    Hat ragihandin ku Balyozê Iraqê destpêka vê hefteyê li hemberî pêşniyara Tirkiyeyê ya ku tê de hat gotin "Başîka ya Iraqê ye, Bila yekîneyên me beşdarî hevpeymanê bibin" bersiva Iraqê ji Enqereyê re ragihand. Balyoz El Alavî got, roja borî ez vê mijarê bi Wezîrê Parastinê Fikri Işik re jî axivîm.

    Hat diyar kirin ku Balyoz ji Wezîr Işik re gotiye, "Alîkariya min bikin, ez bi tena serê xwe nikarim hemû pirsgirêkan çareser bikim" û bersiva erênî girtiye. Balyoz El Alavî dest nîşan kirin ji bo qanîkirina Iraqê gelekî hewl dide. Lê hat hînbûn ku Balyoz gotiye ji bo ku pêşketin çêbibe divê Tirkiye jî xwedî ‘helwesteke çêker' be.

    PÊŞNIYARÊN JI TIRKIYEYÊ HATINE KIRIN

    El Alavî di konferansê de pêşnıyarên ji bo Tirkiyeyê hatine kirin wisa ragihand:

    1- Yekbûna Axê: Divê bi dualî rêzgirtina li hemberî yekbûna axê, serwerî û îstîqarara hevdu were pejirandin

    2- Başîka ya Iraqê ye: Başîka axa Iraqê ye û divê rêveberiya kampê ayidê Iraqê be.

    3- Divê yekîneyên Tirk vekişin: Yekîneyên Tirk ên li Başîkayê divê bilez vekişin.

    4- Di vekişandina plansaziya hevpar: Hûrgiliyên vekişandinê wê di navbera rayedarên her du welatan de were diyarkirin.

    5- Tevkarî bila paşê be: Alîkariyên wekî perwerde, piştgiriya şêwirmendiyê, tibbî û mirovî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin pêşniyarkirin, bila paşê di navbera hikuemtan de werin nîqaşkirin.

    Bi heman mijarî:

    Iraqê bo Kampa Başîkayê pêşniyarek li Tirkiyeyê kir
    Artêşa Iraqê: Bexdadî ji Mûsilê reviya
    Ebadî: Ger ku Artêşa Tirk têkeve Iraqê wê berdêla wê bide
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî: Em ê serê DAIŞê jêkin
    Sewkiyata leşkerî ya sînorê Iraqê destpê kir
    Etîketan:
    pêşkeşkirin, pêşniyar, çareserî, Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê, Balyozê Iraqê yê li Enqereyê, Fikri Işik, Hişam El Alavî, Tirkiye, Enqere, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de