22:37 23 Tebax 2017
Zindî
    şer û pevçûn, êrîş

    Li Çewlikê polîsan gule bi wesayitê reşand: Kesek mir

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê polîsan li ser pira Çemê Mûradê li nuqteya kontrolê li hemberî wesayiteke ku bi îxtara ‘bisekine', nesekinî gule reşand. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

    Hat ragihandin ku îşev otomobîleke ku ji Navçeya Dara Hênê ber bi Çewlikê diçû, li ser pira Çemê Mûradê li nuqteya polîsan bi îxtara polîsan nekir û reviya.

    Li ser vê yekê polîsan gule bi otomobîlê reşand û di encamê de ajokarê otomobîlê jiyana xwe ji dest da. 2 kesên din ên di otomobîlê de xwe avêtin Çemê Mûradê û reviyan.

    Nasnameya kesê ku jiyana xwe ji dest da nehat diyarkirin û hat hîn bûn ji bo girtina her 2 kesên din li herêmê operasyon hat destpê kirin.

    Etîketan:
    gulereşandin, wesayit, polîs, Dara H, Çewlik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de