00:54 19 Sibat 2018
Zindî
    Ji bo êrîşa Enqereyê 11.750 sal cezayê bendîxaneyê hate xwestin

    Di doza êrîşa Gara Enqereyê de bersûc Yakup Yildirim hat girtin

    © Foto: AA/ Okan Ozer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji ber doza êrîşa DAIŞê ya di 10ê Cotmaha 2015a de li Îstasyona Enqereyê pêk hat û di encamê de 102 kesan jiyana xwe ji dest, 36 bersûc tên darizamdin û ji wan bersûcê bi navê Yakup Yildirim hat girtin.

    Bersûc Yildirim ji ber ku têkiliya wî ya telefonê bi bersûcê bi navê Hakan Şahin re heye, hat girtin. Yildirim di îfadeya xwe de got hevdîtinên wan ên telefonê ji ber ‘meseleya keçikekê' bû.

    Parêzerên gilîkaran diyar kirin k udi tomaran de gelek hevdîtinên telefonê hene û xwestin ku ew bersûc were girtin. Heyeta dadgehê jî biryara girtin a bersûc Yakup Yildirim da. Bi vî awayî hejmara kesênji ber doza vê êrîşê hatin girtin, gihîşt 18a.

    HUSEYÎN TUNÇ EW SÛC QEBÛL NEKIRIN

    Li Enqereyê di danişîna Dadgeha Ceza ya Giran de Huseyîn Tunç ê ku bi îdiaya madeyên teqemenî vegustiye, dihat darizandin, ew tawanbarî qebûl nekirin.

    Tunç ji bo hemû pirsên parêzerên gilîkaran got, "Ez naxwazim bersivê bidim." Tunç li ser pirsa dozger a "gava ku we çû amonyûm nîtrat xwest, kesê firşkar ji bo çi neda we?" got, "Ez ne kirîdar im birêz, ez jî nizanim ji bo çi neda."

    PARÊZER ŞAHÎN: DAIŞ RÊXISTINA TEROR NEDIHAT HESIBANDIN

    Di vê navberê gava ku parêzerê bersûc Orhan Şahin got, "Di sala 2013a de li Tirkiyeyê DAIŞ rêxistina teror nedihat hesibandin" û salon tevlihev bû. Kesên li salonê û parêzerên gilîkaran parêzerê bersûcan bi provokatoriyê tawanbar kirin. Hinek parêzerên gilîkaran jî bi ser parêzerê bersûcan de meşiyan. Gava ku hinek kesên li salonê şûşeya pet avêtin, cendirmeyan ew bersûc ji salonê derxistin.

    Bi heman mijarî:

    Bersûcê êrîşa Gar a Enqereyê: Kesên ku ji Wezaretê hatin, rê li ber min xistin
    Li Enqereyê êrîşa bombe ya bideng: 20 desteserkirî
    DAIŞiyê ku li Dîlokê xwe teqand, bersûcê êrîşa Gar a Enqereyê derket
    Doza êrîşa mitînga HDPê wê li Enqereyê lidar bikeve
    Etîketan:
    girtin, êrîşa gara Enqereyê, doz, DAIŞ, Dadgeha Ceza ya Giran, Orhan Şahin, Huseyin Tunç, Yakup Yildirim, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de