06:27 20 Sibat 2018
Zindî
    Hulusi Akar

    Serfermandarê Artêşa Tirkiyeyê Şirnex û Cizîrê teftîş kir

    © REUTERS/ Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serfermandarê Artêşa Tirkiyeyê Hulusi Akar û hin fermandarên din serdana bajarê Şirnexê û navçeya Silopiyayê kirin û li vir yekîneyên leşkerî teftîş kirin.

    Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê daxuyand ku Orgeneral Hulusi Akar û hin fermandarên din hêzên yekîneyên li navçeyên Silipiya û Cizîrê yê Şirnexê teftîş kirine û derbarê operasyon û amadekariyan de agahî girtine.

    Herwiha çend rojên dawî de Artêşa Tirkiyeyê gelek leşker û amûrên leşkerî sewqî herêmê kiribû û Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu jî gotibû "Pêşniyareke me ji bo balyozan heye, gava di demeke kurt de me girt ser Qendîlê, heke ku hewqas wêrek bin bila biçin li wir jî xwedî derkevin." Û sînyala ku Artêşa tirk li herêma Qendîlê operasyonek bejahî pêk bîne dabû.

    Hulusi Akar serdana qereqola ku di 26ê Tebaxê de şervanên PKKê bi wesayîtek bombebarkirî êriş kiribû û di encamê de jî 11 polês jiyana xwe ji dest dabûn û 75 polês jî birîndar bibûn, kir.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Em ê bersiva êrîşên artêşa tirk bidin
    PYD: Li Efrînê di bombebarana artêşa tirk de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
    Komên çekdar li herema Şehbayê tanka Artêşa tirk bikar tînin
    Ebadî: Ger ku Artêşa Tirk têkeve Iraqê wê berdêla wê bide
    Etîketan:
    bejahî, teftîş, herêm, operasyon, PKK, Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê, Hulusi Akar, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de