08:37 21 Sibat 2018
Zindî
    sewqiyat

    Gelo Artêşa tirk wê operasyonekê li hemberî Qendîlê lidar bixe?

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu got: "Pêşniyareke me ji bo balyozan heye, gava di demeke kurt de me girt ser Qendîlê, heke ku hewqas wêrek bin bila biçin li wir jî xwedî derkevin."

    Di rojên dawî de artêşa tirk gelek wesayit, cebilxane, leşker û amûrên leşkerî şand ser sînorê Herêma Kurdistanê. Sewqiyata leşkerî ya ji bo vê deverê berdewam dike. Di heman demê de Serfermandarê Artêşa Tirkiyê Hulusi Akar û fermandarên artêşê çûn Şirnexê û serdana yekîneyên li ser sînor kir. Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik derbarê ve serdanê de diyar kir ku hevdîtinên wan li gel rêveberiya Bexda û Herêma Kurdistanê berdewam dikin, lê divê ew ji bo her şert û mercan amade bin.

    'LI SILOPYAYÊ TEVGER ZÊDE BÛYE'

    Liv û tevgera artêşa tirk weke amadekariya operasyoneke ber bi Herêma Kurdistanê tê nirxandin. Li gorî zanyariyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ji çavkaniyên herêmî wergirtine duh bi şev li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo hezar karmendan bang hatiye kirin ku biçin ser wezîfeya xwe. Lê nehatiya zanîn ku ev karmend sivîl in an leşker in. Dîsa di heman nûçeyê de tê destnîşankirin ku ji firinên nan hatiye xwestin ku ji bo sibê amadekariyê bikin.

    'ROJNAMEGERÊ NÊZÎKÎ AKPÊ PARVE KIR'

    Rojnamegerê bi navê Nevzat Çiçek ku nêzîkî hikûmeta AKPê ye duh li ser hesabê xwe yê Twitterê, derbarê mesafeya di navbera Mûsilê, Zaxoyê, Dihokê û Silopyayê û Başîkayê û Mûsilê de zanyarî parve kir û got ku "Wê lazim bibin, bila li vir bimînin ev agahî." 

    'SOYLU BEHSA QENDÎLÊ DIKE'

    Li ser vê rewşê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Trabzonê daxuyanî da ku bi vê mijarê ve girêdayî ye. Soylu behsa beşdarbûna balyozên welatên Ewropayê ya civîna koma Parlamentoyê ya HDPê kir û wiha axivî: "Pêşniyareke me ji bo balyozan heye, gava di demeke kurt de me girt ser Qendîlê, heke ku hewqas wêrek bin bila biçin li wir jî xwedî derkevin."

    Hemû pêşketin û daxuyaniyên di vê çarçoveyê de dihêle ku ihtimala operasyona artêşa tirk a li hemberî Herêma Kurdistanê yan jî Mûsilê di rojevê de cî bigire.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Tirk mebesta hêza li sînor eşkere kir
    KURDISTAN - Li dijî PKKê sewqiyata leşkerî
    Sewqiyata leşkeri ya ji bo Colemêrgê dewam dike
    Li Amedê sewqiyata leşkerî
    Demirtaş: 'Tirkiye amadekariya operasyona dersînor dike'
    Etîketan:
    Artêşa tirk, ANF, AKP, Nevzat Çiçek, Fikri Işik, Suleyman Soylu, Hulusi Akar, Başîka, Silopya, Dihok, Zaxo, Şirnex, Mûsil, Qendîl, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de