02:14 22 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êriş kir, kuştî û birîndar hene!

    © Foto: Roj
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    YPGê ragihand ku êrîşên Artêşa Tirkiyeyê li ser kantona Efrînê ya Rojavayê berdewam dikin û di encama wan êrîşan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 6ên din birîndar bûn.

    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGê derbarê êrîşên Artêşa Tirkiyeyê li ser kantona Efrînê ya Rojavayê de daxuyaniyek belav kir.

    Li gorî daxuyaniyê Artêşa Tirkiyeyê êrîşên xwe li ser kantona Efrînê roj bi roj zêde dike û diyar dike ku artêşê bi çekên giran êrîş birine ser gelê Efrînê yê li ser sînorê navçeya Şiyê û bi awayekî hemwext êrîşî gundên Senara û Merwaniyê jî topbaran kirine.

    Herwiha li gorî daxuyaniyê, di encama wan êrîşan de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûne û gelek ziyanên madî jî çêbûne.

    "SENGERÊN YPGÊ JÎ BOMBEBARAN KIRIN"

    Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku di heman rojê de saet 13.30an jî, Arteşa Tirkiyeyê sengerên YPGê yên gundê Senarayê jî topbaran kirine  û YPGêbi çekên giran bersiv daye êrîşa artêşa Tirkiyeyê ya dagirker.

    Li gorî daxuyaniyê êrîşên Artêşa Tirkiyeyê îro jî heta sibehê berdewam kiriye û ji sibehê de bi tank û çekên giran bênavber gundê Senara yê giredayî navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê kirin

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Bi destpêkirina Xezeba Firatê re êrîşên Tirkiyê zêdetir bûne
    Çavuşoglu: "YPG nakeve nava bajarê Reqqayê"
    YPG: Artêşa tirk êrîşî baregehek me kir
    Obama ji Erdogan re: YPG dê di operasyona Reqayê de cih bigire
    YPG: Em bi ti awayî qebûl nakin ku Tirkiye di operasyona Reqqayê de cî bigire
    Salih Muslim: ‘Wê YPG beşdarî operasyona Reqqayê bibe'
    Etîketan:
    êrîş, şer, Artêşa Tirkiyeyê, YPG, Efrîn, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de