19:16 23 Hezîran 2018
DAIŞ

Mûsil: 40 sivîl bi stûnên elektrîkê ve hatin daliqandin

© REUTERS
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku DAIŞê li bajarê Mûsilê 40 sivîl kuştine û ew bi stûnên elektrîkê ve daliqandine.

Li gor raporta Nûnertiya Mafên Mirovan a NYyê ku li Cenevê ye, rêxistina terorîst DAIŞê di dema berdewama operasyona rizgarkirina Mûsilê de, bi hinceta ku sîxûrî û hevkarî bi hêzên ewlekarîya Iraqê re kirine 40 niştecihên Mûsilê îdam kirin.

Di raportê de hat eşkerekirin, piştî ku 40 sivîl hatine kuştin, ew bi stûnên elektrîkê ve hatine daliqandin.

DAIŞê gelek ji wan sivîlên hatine îdamkirin, bi tohmeta ku ji ber vîdyoyên bi telefonên xwe tomar kirine û agahî ji hêzên Iraqî yên operasyona Mûsilê re şandine kuştine.

DAIŞ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BERHEV DIKE

Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe de da zanîn ku li gor agahiyên berdest DAIŞ êlekên bombekirî yên xwekujiyê li zarok û ciwanan dike.

Herwiha hate gotin ku bi îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî berhev dike û ji ber gazên ji depoyên amonyak û sulfurê derdikevin hin kesan jiyana xwe ji dest daye.

 

 

Bi heman mijarî:

'Ji Mûsil û Helebê wê pêla penaberan were, şerê etnîkî wê derkevin'
Mesihiyên mûsilî: "DAIŞ, xristiyan di dêran de bi zindî dişewitandin"
DAIŞ: 35 PKKyî hatin kuştin û birîndarkirin
Sererkanê Pêşmerge Mizurî: "DAIŞ li hemberî lehengiya Pêşmerge li ber xwe nade"
Parlementerê Kurdistanê yê Turkmen: Dibe DAIŞ çekên kîmyewî bi kar bîne
Etîketan:
Sivîl îdam, Musil, Iraq, Neteweyên Yekbûyî, NY, DAIŞ, Neteweyên Yekbûyî, NY, DAIŞ, Rojhilata Navîn, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de