06:19 20 Sibat 2018
Zindî
    Mahmûd Abbas û Benjamîn Netanyahu

    Abbas: "Ez amade me li Moskovayê bi Netanyahu re hevdîtinê bikim"

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Abbas ragihand ku ez amade me li Moskovayê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re hevdîtinê pêk bînim.

    Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Abbas ragihand ku ez amade me li Moskovayê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re hevdîtinê pêk bînim. Zîrweya ku wê bi tevlîbûna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêk bihata ji helwesta Îsraîlê bipaş ket.

    Mehmûd Abbas di axaftina xwe ya medya rûsî de got: "Ez amade me li ser banga Serokê Rûsyayê Pûtîn li Moskovayê bi Benjamîn Netanyahu re bicivim. Di 8ê Îlonê de bi înîsiyatîfa Pûtîn me biryar da ku em zîrweyeke sêalî lidar bixin, lê Netanyahu ev civîn bipaş xist.

    ÇARESERIYA FILISTÎNÊ ARAMIYA ROJHILATA NAVÎN E

    Abbas di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hetanî şertên azad û serbixwe yên gelê Filistînê neyên avakirin û biryarên navneteweyî neyên sepandin aramî û aştî nayê Rojhilata Navîn. Herkes bi vê rastiyê dizane. Pirsgirêkên niha yên Sûriye, Libya, Yemen û li Iraqê ji hêla bandorkirina dîplomasiya navneteweyî zêdetir cih digire. Herwiha divê çareseriyên siyasî ji krîza van herêman re were dîtin. Em li hemberî hemû, şîdet, terorîst û rêxistinên cihadîst ku bi navê dîn derketine ne."

    Bi heman mijarî:

    Mahmûd Abbas: "Ji bo aştiya bi Îsraîlê re em amade ne"
    Abbas: Mirina Peres ji bo aşitiya herêmê wendahiyeke mezin e
    Netanyahu bangî Abbas kir: "Were di parlamentoyê de biaxive"
    Kremlîn derbarê hevdîtina Netenyahû - Abbas de daxuyanî da
    Avakerê veşartî yê aşitiya Rûsya û Tirkiyeyê: Abbas Abbasov
    Etîketan:
    Aştiya navbera Filistîn û Îsraîlê, Serokê Dewleta Filistînê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Mehmûd Abbas, Benjamin Netanyahu, Vladimir Pûtîn, Moskova, Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de