08:50 22 Hezîran 2018
DAIŞ

DAIŞê bangî milîtanên xwe yên Tirkiyeyê kir: AKPyiyan bikujin

© AFP 2018 / File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

DAIŞê di kovara xwe de ya bi navê Rumiyahê ku bi 8 zimanan weşane dike, bangî milîtanên xwe yên li Tirkiyeyê kir ku endamên AKPê, polîs,leşker û dadgerên Tirkiyeyê bikujin.

DAIŞê di kovara xwe ya bi navê Rumiyahê hefteya borî weşand û wêneyê êrîşa Amedê ya ku TAKê berpirsyariya xwe li ser ragihandibû kir berga kovarê û careke din îdia kir ku DAIŞê ew êrîş pêk aniye.Di kovarê de hat teqezkirin ku wan ew êrîş pêk aniye û ev êrîş li ser banga Serokê DAIŞê Ebû Bekir El-Bexdadî ku gotibû êrîşî Tirkiyeyê bikin pêk hatiye.

"XWÎNA LEŞKERÊN TIRK WEK A SEGAN E"

Herwiha di kovarê de bang li milîtanên rêxistinê yên li Tirkiyeyê tê kirin ku êrîşî endamên AKPê bikin û cîhadê li Tirkiyeyê bikin û wiha tê gotin: "AKPyiyan bikujin. Êrîşî piştgir, alîkar û piştgirên partiya wan bikin. Êrîşî serokên kufir û taxûtê bikin. Polîs û leşkeran bikujin. Alimên taxûtê bikujin. Dadweran jî bikujin. Leşkerên tirk ên gawir tên bi ser we de, xwîna wan wek a segan e."

Ji aliyê din ve, kovarê daxwaz kir ku li himberî leşkerên di operasyona Mertalê Firatê de bi tundî tevbigerin, êrîşên xwînî li dijî wan pêk bînin û wiha dewam kir: "Li dijî leşkerên tirk ên nobetê li ser sînor digirin, êrîşên tudn pêk bînin. Tê hêvîkirin ku Xwedê hêza wan bi we biqewirîne. Hêza xwedê hîn bilindtir e û sizaya wî hîn tundtir e. Ha wa leşkerê tirk ê gawir tê ber bi we ve. Xwîna her yek ji wan ewqasî erzan û bênrix e, wek xwîna segan e."

"TIRKIYE BI DESTÊ XWE XWE SERJÊ DIKE"

DAIŞê gef li hikûmeta Tirkiyeyê xwarin û diyar kir ku hikûmetê bi êrîşa li ser DAIŞê, destê xwe jê kir.

Herwiha rêxistinê şopînerên Seîdê Kurdî û yên Fethullah Gulen jî wek gawir bi nav kirin û şer li dijî wan jî ragihand."

Di kovarê de wiha hat gotin, "îro gava hikûmeta Tirkiyeyê şer li dijî dewleta îslamê tê wê wateyê ku bi kêrê qirika xwe jê ke.bi destê xwe şahdarmara xwe jê ke. Bi destê xwe kindira xwe dadilqîne. Bi destên xwe mala xwe xera dike."

Bi heman mijarî:

Mesihiyên mûsilî: "DAIŞ, xristiyan di dêran de bi zindî dişewitandin"
DAIŞ: 35 PKKyî hatin kuştin û birîndarkirin
Parlementerê Kurdistanê yê Turkmen: Dibe DAIŞ çekên kîmyewî bi kar bîne
Sererkanê Pêşmerge Mizurî: "DAIŞ li hemberî lehengiya Pêşmerge li ber xwe nade"
Esad: Bi midaxeleya Rûsyayê DAIŞ bi her awayî biçûk bû
Parêzgarê Amedê dîsa got, DAIŞ nekiriye û derewan dike
NY: DAIŞ hewl da 25 hezar kesî bike mertala zindî
Etîketan:
êrîş, leşker, kuştin, AKP, DAIŞ, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de