06:35 18 Hezîran 2018
Gelek komele hatin girtin

Komeleya Hêvî ji ber navê xwe tê girtin

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Vehbi Gungor
0 50

Komeleya Hêvî ku ji aliye xwendekar û rewşenbîrên kurd ve li Enqereyê hat avakirin ji ber ku navê wî kurdiye Serdozgeriya Enqereyê doza girtina li komeleyê vekir. Seroka Komeleya Hêviyê ji Sputnikê re axivî û ragihand ku ji ber destûrname û navê komeleyê, doza girtinê li wan hatiye vekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber ku destûrname û navê komeleyê bi kurdî ye, doza girtinê li komeleyê vekir. Seroka Komaleya Hêvî Nurcan Aktay derbarê vê biryarê de ji Sputnikê re axivî û got: 'Serdozgeriyê ji me xwest ku em destûrnameya xwe biguherinên tirkî, lê em jî dizwazin wî karî bi kurdî bikin. Li ser vê yekê doza girtinê li komeleyê hat vekirin.'

Aktay diyar dike ku rewşa siyasî û girtinên siyasetmedarên kurd bandoreke mezin li ser xebatên wan kiriye û got: ‘Xebatên me niha gelek kêm bûne, birastî em dikarin bibêjin ku niha em pêşiya xwe nabînin. Eger di hêla siyasî de hin tişt biguherin ev yek dê bandorê li me jî bike. Ji ber Rewşa Awerte ya li Tirkiyeyê, em niha nikarin xebatan çêbikin. Rastî tu kes êdî newêre bê komeleyê. Em hêvî dikin ku ev rewşa aloz û xirab biguhere.'

'CUDAHIYA DI NAV KURDAN JI HOLÊ RAKIN'

Seroka Komeleya Hêvî destnîşan kir ku ev salek û nîve ku komeleyê ava kirine û armanca avakirina komeleyê jî bi van gotinan diyar kir: "Weke ku hûn dizanin li bajarên mezin pirsgirekên kurdan gelekin û rêya têkoşîna gelê kurd dirêje. Niha di nav kurdan de ji aliye siyasî û îdeolojiyê ve gelek cudahî hene. Ji xwe asimilasyona dewletê ji dema osmaniyan û vir ve dewam dike, ev polîtîkayeke biîstîqrare. Niha em ji axa xwe, cih war û dîroka xwe dûr ketine. Me jî wekê beşek civaka sivîl xwest ku em cudahiya di navbera kurdan ji holê rakin. Wekê ku hûn jî dizanin di warê saziyên sivîl de pir kêmasiyên kurdan hene, me jî xwest ku em vê yeke li Enqereyê ji holê rakin.

'XEBATÊN ME YÊN QURSÊN ZIMAN SIYASÎ Û AKADEMÎK HENE'

Herwiha Aktay derbarê xebatên komeleyê de jî axivî û eşkere kir ku di heyama destpêka komeleyê de qursên ziman hebûnên îngîlîzî û kurdî hebûn. Dîsa li ser siyasetê akademî vekirine û li ser têgehên mafên mirovan xebatên wan çêbûne. Aktay wiha berdewam dike: "Li ser pirsgirekên welatên din wek Îrlanda, Filîstîn bi taybetî jî li ser pirsgirêka Kurdistane gelek xebat pêk anî. Niha jî bi taybetî li ser çanda kurdan xebatên me hene, wekê qursa erbane, hînbûna zimanên kurdî, soranî, îngilîzî, farisî û erebî qursên me hene û li ser nasîna rewşenbîrên kurdan semînerên me çêdibin."

ELEQEYA KURDAN GELEK KÊM BÛNE

Aktay da zanîn ku di heyama ewil de kurdên li Enqereyê gelek eleqê nîşanê komeleyê didan û bi hêviya wan jî zêdetir bû. Lê piştî girtina saziyên medyayê û çandî yên kurdan, girtina siyasetmedaran, parlamenteran û rêvebiran gelek bandor li wan jî kirine. Nirxandina Aktay wiha domiya: "Ji ber ku niha di nava gel de tirs heye, naxwazin werin komeleyê. Em mînakekê bidin, carna panelên me çêdibin, hin kes naxwazin ku wêne bên kişandin. Tevî hemû van yekan, ji hela aboriyê de jî tengasiyên me gelekin. Ji ber ku em girêdayê cihekî nînin, aboriya me li ser kesên ku dihatin komeleyê birêve diçû."

Bi heman mijarî:

Li dijî Cumhuriyetê operasyon: Gelek nivîskar û rêvebir hatin binçavkirin
Li Edeneyê operasyon li hemberî xwekujan hate kirin: 7 kes hatin desteserkirin
Li Stenbolê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
Li Elezîzê li hember PKKyiyan operasyon hate kirin
Etîketan:
asîmîle, qurs, komele, girtin, ziman, kurdî, Sputnik, Nurcan Aktay, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de