15:43 24 Hezîran 2018
leşkerên tirk

Wezîrê Tirk mebesta hêza li sînor eşkere kir

© AP Photo / Lefteris Pitarakis
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê li ser serdana sererkan û fermandarên hêzên leşkerî bo hêzên li sînor axivî.

Wezîrê Berevanîya Tirkiyê Fikrî Işik, li ser serdana sererkan û fermandarên artêşa Tirkiyê bo hêzên leşkerî yên li Şirnexê li ser sînorê Iraq û Herêma Kurdistanê hatine bi cî kirin daxuyanî da.

Wezîrê Tirk da zanîn, ew dê pêwendiyên xwe yên li gel Bexdeyê û Rêveberîya Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

'AMADEKARÎYA LEŞKERÎ JI BO HER ÎHTÎMALÊ YE'

Işik li ser serdana fermandaran a ji bo hêzên li ser sînor wiha peyivî:

"Em dê hevdîtinên xwe yên bi Bexdayê û Herêma Kurdistanê re berdewam bikin. Tirkiyê di serî de ev helwesta xwe bi zelalî diyar kiriye. Lê em ê ji her rewşê re jî amade bin û ji bo her îhtîmalê amadekariyên xwe bidomînin. Divê serdana sînor a doh ku sererkanê me û fermandarên hêzên leşkerî beşdar bûbûn jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin."

Bi heman mijarî:

Li şûna Orgeneral Adem Hûdûtî Îsmaîl Metîn Temel bû fermandar
Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Akar çû Amerîkayê
Balafirên artêşa Tirkiyê Qendîl bombebaran dikin
Artêşa Tirkiyê Garê topbaran dike
Etîketan:
Sererkan, Fermandar, Bexda, Herêma Kurdistanê, Iraq, operasyon, Wezîrê Berevaniyê Fikrî Işik, Artêşa Tirkiye, Wezareta Berevaniya Tirkiyê, Tirkiye, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de