10:38 18 Hezîran 2018
Mehmet Şimşek

Wezîrê Tirk: Dê Tirkiye bibe welatê 3yemîn ê dinyayê

© Foto : AA/ Orhan Çiçek
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê li ser qûtbûna ji Yekîtiya Ewropayê û FETOyê daxuyaniyên girîng dan.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê yê Berpirsê Aboriyê Mehmet Şîmşek li ser endamtîya Yekîtiya Ewropayê (YE) ku rexneyên tund li Tirkiyê dike got, ‘Tirkiye ji YEyê qut bibe dê bibe welatekî 3yemîn ê dinyayê.'

Li gor medya Tirkiyê Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şîmşek di civîna Komela Karsazên Şêrên Anadolê (ASKON) de li ser dûrketina ji Yekîtiya Ewropayê daxuyanîyên girîng dan.

QÛTBÛNA JI EWROPAYÊ SERKEFTINA FETO YE!

Şîmşek li ser wê nêrîna dûrketin û qûtbûna ji YEyê da zanîn, Tirkiye ji YEyê qut bibe dê bibe welatekî 3yemîn ê dinyayê. Heger em pêşketinê di muzakereyên YEyê de bi dest bixin, emê di nezera cîhana îslamî de jî bibin welatekî cazîb û bihêz. Îro qûtbûna ji Ewropayê tê wateya serkeftina FETOyê.'

ERDOGAN: NESEKININ MUZAKEREYAN RAWESTÎNIN

Hêjayî gotinê ye, piştî hewildana darbeya 15ê Tîrmehê bi hinceta kiryarên derveyî demokrasiya Ewropayê karbidestên YEyê rexneyên tund li deshilatdariya Tirkiyê dikin ku ew rexne di rapora herî dawî hat eşkerekirin de jî bi firehî cî digirin.

Li beramberî daxuyaniyên YEyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan du roj berê di axaftineke xwe de welatên Ewropî bi durûtiyê tometbar kiribû û gotibû, 'nesekinin zû biryara rawestandina muzakereyên bi Tirkiyê re bidin.'

Bi heman mijarî:

Ji Konseya Ewropa bo Tirkiyeyê hişyarî
Konseya Ewropa: "Dibe Tirkiye rêya xwe ji ya YEyê veqetîne"
Erdogan: "Heke Ewropa soza xwe bi cih neyîne em penaberan qebûl nakin"
Serokê Çekyayê: "Bila Ewropa serbestiya vîzeyê nede Tirkiyeyê"
Petry: "Erdogan, ji bo Almanya û Ewropa ne dostekî bi bawer e"
Etîketan:
Muzakere, Erdogan, Yekîtiya Ewropayê, YE, FETO, ASKON, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê, Aborî, Mehmet Şimşek, Komela Karsazên Şêrên Anadolê (ASKON), Tirkiye, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de