03:44 19 Hezîran 2018
Firat Xelîl

YPG: Em ê bersiva êrîşên artêşa tirk bidin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Fermî yê YPGê li Kantona Efrînê Firat Xelîl li ser bombebarana artêşa tirk a li ser herêma Efrînê ya Rojava de got ku ew ê bersiva van êrîşan bidin.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kantona Efrînê Firat Xelîl, ji ANHAyê re derbarê êrîşên li ser herêma Efrînê yên artêşa tirk de axivî. Xelîl diyar kir ku ‘piştî serkevtinên hêzên şoreşger ên li herêmên Şehbayê û destpêkirina hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê' êrîşên artêşa tirk ên li ser Şehbayê û Efrînê zêde bûne.

Li gorî nêrîna Xelîl armanca dewleta tirk bi topbaran û bombebarranan re xistina tirsa di nava dile şêniyên herêmê ye û wiha got: "Artêşa tirk hewl dide YPGê reş bike, da gel piştgiriya şervanan nekin. Artêşa tirk herdem noqteyên hêzên me yên li ser sînorê Kantona Efrînê dike hedef. Ji niha şûnve em ê bersiva hemû êrîş û destwerdanên artêşa tirk a dagirker bidin."

Bi heman mijarî:

ROJAVA - Artêşa Tirkiyê Efrînê topbaran dike
Leşkerên tirk gule bera ser şêniyên Efrînê dan: 5 birîndar
Gundewarên Efrînê têne topbaran kirin
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û fermandarên artêşê çûn ser sînorê Efrînê
Tirkiye gundê Efrînê topbaran kirin
Etîketan:
Operasyona Xezeba Firatê, Artêşa tirk, ANHA, YPG, Firat Xelîl, Rojava, Şehba, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de