19:17 23 Hezîran 2018
Înşeat

Şirketên tirk ên li Rûsyayê, daxwaza rakirina astengiyan dikin

© AP Photo / Mark Lennihan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Ronesans Holdingê yê Rûsyayê Avni Akvardar ragihand ku şirketên înşeat ên tirk ji bo ku dîsa bikaribin dest bi fealiyetên xwe bikin divê astengiyên pêşiya wan werin rakirin.

Serokê Ronesans Holdingê yê Rûsyayê Avni Akvardar ragihand ku şirketên înşeat ên tirk ji bo ku dîsa bikaribin dest bi fealiyetên xwe yên înşeat û geşepêdanî bikin, astengiyên ku ji terefê hikûmeta Rûsyayê ve hatibûn danîn divê werin rakirin.

Avni Akvardar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Astengiya li hemberî şirketên turîzmê hat rakirin û niha destûra hinek berhemên çandinî jî hatiye danîn, hêvî dikim destûra xebata me jî bidin."

Akvardar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ronesans ev 23 salane ku li Rûsyayê fealiyetê dimeşîne û di nava 10-12 salên dawî de zêdetirî 1.2 milyar dolar veberhênan kiriye. Heke li Rûsyayê astengî were rakirin emê ji bo veberhênanê amadehiya projeyen nû bikin."

Bi heman mijarî:

Rûsya: "Me delîlên ku terorîstan li Helebê çekên kîmyewî bikar anîne bidest xistin"
Rûsya: Li tevahiyê Sûriyeyê 3 kampanyayên alîkariyê hatin lidarxistin
Rûsya: Behnvedana li Helebê ne ji bo terorîstan divê bo sivîlan bibe fersend
Rûsya: "Tirkiye ji bo firingiyan divê nêzî du sê salan bisekine"
Rûsya: "Xuyaye ku hê jî dewletên rojavayî hisaban li ser El Nûsrayê dikin"
Etîketan:
Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Serokê Ronesans Holdingê yê Rûsyayê, Avni Akvardar, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de