02:52 20 Hezîran 2018
Binali Yildirim

Yildirim. "Emê bi MHPê re Destûra Bingehîn biguherînin"

© REUTERS / Ümit Bektaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe de ragihand ku emê bi MHPê re Destûra Bingehîn biguherînin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe de ragihand ku emê bi MHPê re Destûra Bingehîn biguherînin û pergala nû ya serokatiyê têxin meriyetê.

Binali Yildirim li Trabzonê di xîtaba xwe ya gel de got: "Serokê MHPê Dewlet Bahçeli bi aqlê selîm bal kişand pêşeroja Tirkiyeyê û ji bo çareseriya Destûra Bingehîn berpirsyarî stand. Înşeallah emê bi MHPê re vê pirsgirêka Destûra Bingehîn çareser bikin vê guherîn û pergala serokatiyê têxin meriyete."

Serokwezîr Yildirim û Bahçeli duhî li Koçka Çankayayê hevdîtinek pêk anîbûn û piştî hevdîtinê Bahçeli li ser hisabê xwe yê Twitterê gotibû "Daxwazên serokwezîr eşkere û maqul in. Li gorî qeneeta min ev hevdîtin wê bibe wesîleya tiştên xweş."

YILDIRIM, EMÊ DESTURÊ JÎ BIGUHERÎNIN Û SEROKÊ XWE JÎ HILBIJÊRIN

Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe ya vekirina tunela Ovîtê de got: "Emê Destûra Bingehîn jî biguherînin û serokê xwe jî hilbijêrin. Emê rêyan duşeq bikin, lê em nahêlin welat perçe bibe."

 

 

 

Bi heman mijarî:

Bahçeli ji bo hevdîtina bi Yildirim re çû Koşka Çankayayê
'Serokwezîr Yildirim wê serdana Moskovayê bike'
Leşkerê ku Medeni Yildirim kuştibû hat berdan
Ayhan Bilgen bersiva Binali Yildirim da: Bilindkirina destan weke xebata Meclîsê dibînin
Ji Yildirim ji bo HDPê: Dibêjin ku nayên parlamenê, jixwe zêde nadihatin jî
Etîketan:
Guherandina Destûra Bingehîn, Serokê Giştî yê MHPê, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Devlet Bahçeli, Trabzon, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de