03:21 24 Sibat 2018
Zindî
    DAIŞ

    NY: “DAIŞê, li nêzî Mûsilê serê 6 milîtanên xwe jê kir”

    © Foto: SOHR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîseriya Bilind a Mafên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê li nêzî Mûsilê serê 6 milîtanan jê kir.

    Komîseriya Bilind a Mafên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê di 6ê Mijdarê de li nêzî bajarê Mûsilê serê 6 milîtanan xwe jê kir.

    Komîseriya Bilind a Mafên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derheqê windayiyên sivîl ên operasyona Mûsilê de daxuyaniyek da û got: Di nava çend rojên dawî de DAIŞê bi biryarên dadgehên xwe hê jî însanan dikuje. DAIŞê roja sêşemê ji ber xayintiya welat û ji bo ku hevkarî bi hêzên Iraqê re kirine 40 sivîlên mûsilî kuştin.
    Li gorî daxuyaniya berpirsê Neteweyên Yekbûyî, rêxistina terorîst li ser cilê însanên ku îdam kirine bi tîpên sor û mezin ‘xayîn û sîxurê Iraqê' nivîsandiye.

    Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku DAIŞê, ciwanekî 27 salî ji bo ku telefon bikar ani îdam kir, di 20ê Cotmehê de jî 6 kesên ku qaşo li hemberî fermana rêxistinê derketine û di destê wan de qertên telefonê hatibûn dîtin îdam kiribûn. Li gorî daxuyaniyê, herî daw DAIŞê di 9ê Mijdarê de 20 sivîlên ku agahî didan hêzên ewlehî yên Iraqê hatibûn îdamkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Di şerê Mûsilê de yên herî mexdûr dibin, zarok in
    'Beşeke mezin a Mûsilê Kurdistan e'
    Artêşa Iraqê taxeke din li Mûsilê stend
    Artêşa Iraqê taxa Sedam a Mûsilê rizgar kir
    Pêşveçûna Artêşa Iraqê ya li Mûsilê dewam dike
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de