18:58 25 Hezîran 2018
 Donald Trump speaks to the crowd during a rally February 8, 2016 in Manchester, NH

"TRUMP dê di navbera PKKê û tirkan de pêvajoyê bide destpêkirin"

© AFP 2018 / Don EMMERT
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
1 0 0

Partiyên Kurdistanî û siyasetmedarên kurdan dixwazin ku serokê Amerîkayê yê nû Trump, di navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de pêvajoyeke nû ya aştiyê bide destpêkirin.

Partî û sîyasetmedarên kurdan ji hilbijartina Serokê nû yê Amerîkayê, Donald Trump kêfxweş in.

Ew dibêjin baweriya wan bi siyaseta Trump tê ku dê li herêma kurdan pêvajoyeke aştiyê bide destpêkirin û PKKê û dewleta Tirkiyeyê li ser maseyekê bîne ba hev.

 Donald Trump
© REUTERS / Andrew Kelly
Herwiha piraniya partî û hêzên kurdî hatina Trump ji bo bidestxistina mafên neteweyî wek şansekî dibînin. Lê ew dibêjin serkeftina vî şansî bi helwesta kurdan ve jî girêdayî ye û tekez dikin ku bêyî yekitiyê, kurd dê negihêjin ti cihî.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Sekreterê Giştî yê DDKDê Evdilhay Okumuş dibeje "Divê ku Trump, PKKê û dewleta tirkan dîsa ji bo despêka pêvajoyeke çareseriyê bîne ba hev. Wan bîne ser maseyê. Dema hevdîtin li ser maseyê dest pê bike, jixwe ev yek despêka pêvajoyeke çareseriyê ye."

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîq Karakoç jî li ser heman mijarê wiha got: "Eger miletê kurd bikaribe yekitiya xwe û ya tevgera xwe çêbike. Di her çar perçeyan de alîkarî û piştgiriya hev bikin, rizgariya me ev e."

Kordînatorê Hereketa Azadiyê Alî Fuat Doguç jî derbarê mijarê de wiha axivî: "Rayedarên berê yên Amerîkayê piştgirî didan kurdên Başûr û Rojava. Hêviya me ew e ku Trump jî piştgiriya kurdên Bakur bike. Herwiha ji bo çareseriyê pêvajoyeke nû ya aştiyê bide destpêkirin."

 

 

Bi heman mijarî:

Hacî Mahmûd bangî Trump kir: Piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
PYDê ji bo hevkariyê bangî Trump kir
Barzanî ji bo Trump: Gelê Kurdistanê li bende piştgiriya we ye
DYA: Hilbijartina Trump sekna me ya ji bo mueyîdeyên li ser Rûsyayê naguherîne
Barzanî: Em dixwazin Serok Trump li Kurdistanê pêşwazî bikin
Etîketan:
kurd, Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), PKK, Hereketa Azadî, DDKD, Donad Trump, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de