09:12 24 Sibat 2018
Zindî
    Girtîgeha Urmiyeyê

    ‘Rejîma Îranê mafên yasayî yên girtiya kurd Hacer Pîrî asteng dike'

    © Foto: KURDPA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê aşkere kir ku ‘rejîma Îranê hemû mafên yasayî yên girtiya siyasî ya kurd Hacer Pîre asteng dike'.

    Li gorî nûçeya Rojnewsê, Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê derbarê rewşa girtiya kurd Hacer Pîre de raportek belav kir. Li gorî vê raportê, rejîm hemû mafên yasayî yên Pîre asteng dike.

    Hacer Pîre ya 33 salî ji bajarê Nexedeyî Kurdistana Îranê ye û di Gulana 2007an de ji aliye hêzên rejîmê ve hat girtin. Piştî du mehan di Girtîgeha Nexedeyê de hate girtin Pîre birin Girtîgeha Urmiyeyê. Li vir 5 mehan di bin îşkenceyê de maye û di Îlona 2007an de ji aliye dadgeha rejîmê ya Şoreş a Urmiyeyê bi tewanê ‘endamê partiyeke Kurdistana Îranê ye' û ‘hewldanên li dijî ewlehiya neteweyî' 17 sal cezayê girtîgehê li Pîreyê birî.

    Piştû ku ceza lê hate birîn Pîre şandin girtîgeha Kirmanê û 8 sal û 6 meh in di vê girtîgehê de di odeya qaçaxçiyan de tê girtin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyekî Kurdistana Îranê jiyana xwe ji dest da
    Leşkerên Îranê li sînor welatiyekî kurd û du afganî kuştin
    Di navbera pasdarên Îranê û Pêşmergeyên PDKIyê de şer
    YRK: 26 pasdarên rejîma Îranê hatin kuştin
    Îranê li Bûkan 40 welatî desteser kir
    Etîketan:
    Dadgeha rejîmê ya Şoreş a Urmiyeyê, Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistana Îranê, Rojnews, Hacer Pîre, Kirman, Nexede, kurdistana îranê, Urmiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de