04:51 26 Sibat 2018
Zindî
    Akin Atalay

    Serokê Lijneya Îcra ya Rojnameya Cumhuriyetê Atalay hat binçavkirin

    © Foto: YouTube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Lijneya Îcra ya Rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay di dema vegera xwe ya ji Almanyayê li Balefirxaneya Ataturkê hat binçavkirin.

    Serokê Lijneya Îcra ya Rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay di dema vegera xwe ya ji Almanyayê li Balefirxaneya Ataturkê hat binçavkirin.

    Di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê ya rojnameya Cumhuriyetê de 11 nivîskar û rêvebirên rojnameyê hatibûn binçavkirin û piştî dadgehê 9 revebir û nivîskar hatibûn girtin. Herwiha dozgerê ku doz dimeşand Murat İnam derheqê Serokê Lijneya Îcra ya Cumhuriyetê Akin Atalay de jî biryara binçavkirinê dabû.

    Lê dema ku biryara binçavkirina Akin Atalay hat dayîn wê demê li ser vexwendina Komeleya CHPê ya Kolnê û weqfa Nazim Hikmet ji bo konferansekê çûbû Almanyayê. Her çikas di hinek ajans û çapemeniyên cuda de nûçeyên wekî ‘Atalay reviya Almanyayê' hatin belavkirin jî îro Atalay ji Almanyayê vegeriya Tirkiyeyê.

    Akin Atalay îro piştî ku li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê daket ji terefê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Sabuncu jî di nav wan de 9 rêvebir û rojnamevanê Cumhuriyetê hatin girtin
    Di lêpirsîna Cumhuriyetê de ji bo 8 kesan daxwaza girtinê
    Ji Bozdag daxuyaniya Cumhuriyetê: "Lêpirsîna Cumhuriyetê bêtalihî bû"
    Jagland: "Piştî operasyona Cumhuriyetê dibe gelek doz derheqê Tirkiyeyê de vebin"
    Li dijî Cumhuriyetê operasyon: Gelek nivîskar û rêvebir hatin binçavkirin
    Etîketan:
    CHP, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Serokê Lijneya Îcra ya Rojnameya Cumhuriyetê, Murat İnam, Akin Atalay, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de