19:19 23 Hezîran 2018
YPG

Fermandarê HSDê: Di pêngavê de em hatin dawiya qonaxa yekemîn

© Foto : AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê HSDê yê Silûkê Amed Tolhildan diyar kir ku di pêngava Xezeba Firatê de ew gihiştine dawiya qonaxa yekemîn.

Di operasyona Reqqayê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HDS) ku YPG hêzeke serekeye di nava vê hêzê de, şervanên HSDê 30 km pêşve çûne. Fermandarê HSDê yê Silûkê Amed Tolhildan ji ANFê re da xuyakirin ku ew ber bi dawiya qonaxa yekemîn a pêngava ‘Xezeba Firatê' hatine.

Tolhildan aşkere kir ku hindik maye baskê wan bi baskê Eyn Îsayê re li ser Çemê Belixê bigihêjin hev.

Tolhildanê ku got "Pêngava weke hatiye plankirin birêve diçe. Ya herî girîng jî ew e ku morale hemû şervanên di pêngavê de cî digirin gelekî bilind e. Taybetmendiya herî girîng a pêngavê ew bû ku me ewlekadiya wan qadên hatibûn azadkirin bi temamî pêk anî" diyar kir ku heta niha ti wendahiyên wan çênebûne lê gelek ji DAIŞê hatine kuştin û gelek cebilxaneyên DAIŞê bidest xistine.

Bi heman mijarî:

YPG: Bi destpêkirina Xezeba Firatê re êrîşên Tirkiyê zêdetir bûne
Di operasyona Xezeba Firatê de 5 gundên din hatin rizgarkirin
Xezeba Firatê mezrayek rizgar kir
HSD: Operasyona Reqqayê bi navê Xezeba Firatê dest pê kir
YPGê bîlançoya operasyona Xezeba Xabûrê ragîhand
Etîketan:
Operasyona Xezeba Firatê, DAIŞ, Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, ANF, YPG, HSD, Amed Tolhildan, Silûk, Eyn Îsa, Çemê Belix, Reqqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de