18:59 25 Hezîran 2018
Operasyona binçavkirinê

Li Dêrikê xebatkarê qeymeqamiyê jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna êrişa qeymeqam û qeyûmê Dêrikê Muhammet Fatih Safiturk de xebatkarên qeymeqamiyê jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna êrişa qeymeqam û qeyûmê Dêrikê Muhammet Fatih Safiturk de ku îro berê sibê jiyana xwe ji dest da xebatkarên qeymeqamiyê jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyên berdest, duhî piştî teqînê polês û tîmên taybet li navçeya Dêrikê bi ser gel mal û avahiyan de girtin û di serdegirtinan de 30 kes hatin binçavkirin.

QEYMEQAM 3 ROJAN NE LI NAVÇEYÊ BÛ

Qeymeqam û qeyûmê navçeya Dêrîka Mêrdînê Muhammet Fatih Safiturk ku duhî rastî êrişeke bombeyî hat û bi 3 xebatkarên qeymeqamiyê re birîndar bibû û îro berê sibehê li bajarê Dîlokê jiyana xwe ji dest da, 3 rojan ne li navçeyê bû û li ser vexwendina Wezareta Navxweyî çûbû Enqereyê û tevlî civînan bibû.

Ji aliyê din ve 30 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlehî ya Dêrikê.

 

 

 

Bi heman mijarî:

Qeymeqam û qeyûmê Dêrikê ku duhî rastî êrişê hatibû jiyana xwe ji dest da
Li Dêrikê li dijî qereqolê êrişa bombeyî:1 kuştî û 10 birîndar
Li Dêrikê 5 cerdevan îstîfa kirin
Wekîlê hevşaredara Dêrikê jî di nav de 4 kes hatin girtin
Hevşaredarên navçeya Dêrikê hatin girtin
Etîketan:
Operasyona binçavkirinê, Qeymeqam û qeyûmê navçeya Dêrîka Mêrdînê, Muhammet Fatih Safiturk, Dêrik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de