15:42 24 Hezîran 2018
binçavkirin-girtin

Li Bursayê 15 rêvebir û endamên HDPê hatin girtin

© Foto: © AA/ Arşiv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Bursayê Endama Meclisa Partî ya HDPê Nadiye Gurbuz jî di nav de 15 endam û rêvebir hatin girtin.

Endamên HDPê yên li Bursayê ku di operasyonekê de hatibûn binçavkirin 15 kes hatin girtin. Endama Meclîsa Partî ya HDPê Nadiye Gurbuz û Serokê ESPê yê bajêr Birol Goçmen jî di nava girtiyan de ne.

Di 7ê Mijdarê de hêzên ewlehî li Bursayê avêtibûn ser malên rêveberên HDP, DBP û ESPê û 29 kes binçav kiribûn. Ji van binçavkiriyan 15 kes duhî sewqî edliyeyê hatin kirin û her 15 kes jî hatin girtin.

Navê kesên ku hatine girtin wiha ne: Endamên HDPê Silber Ak, Ramazan Koçtaş, Cuneyt Çitanak, Mesut Karataş, Ercan Gokçe, Halit Bozbey, Fadime Çaglayan, Bulent Aslan, Abdulhadi Baburhan, Turgut Bingolbali û İshak Tekin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Endama Meclîsa Partî ya HDPê Nadiye Gurbuz û Serokê ESPê yê bajêr Birol Goçmen, rêvebirên bajêr Riza Çimen û rêveberê HDPê yê Osmangazî Ufuk Kose jî di nava kesên girtî de ne.

Bi heman mijarî:

Şaredarê DBPeyî hat girtin
Hevşaredara Gimgimê Sabite Ekinci hat girtin
Hevserokê HDPê yê Şirnexê hat girtin
Hevşaredara Colemêrgê Yildiz û 2 DBPyî hatin girtin
Sebahat Tuncel hate girtin
Etîketan:
15 endam û rêvebirên HDPê hatin girtin, Partiya Bindest a Sosyalîst (ESP), Endama Meclîsa Partî ya HDPê, Ufuk Kose, Ramazan Koçtaş, Silber Ak, Birol Goçmen, Nadiye Gurbuz, Bursa, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de