18:04 21 Sibat 2018
Zindî
    Teqîna Bexdayê

    Li Bexdayê êrişên bombeyi: 7 kuştî û 17 birîndar

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li paytextê Iraqê li Bexdayê di encama êrişên wesayîtên bombeyi de 7 sivîl hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn.

    Yek ji berpirsê Midûriyeta Ewlehî ya Bexdayê serbaz Yasir El Mustafa di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku wesayîteke bombebarkirî li Bexdayê teqîya, di encama teqînê de ajovanê wesayîtê jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.

    Yasir El Mustafa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li herêma Hammamiyata navçeya Et-Taciyê din ava bazara taxê de bombeyek hat teqandin, encama wê teqînê de jî 3 sivîl hatin kuştin û kes jî birîndar bûn."

    Berdevkê ewlehî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Herwiha li herêma Ed Dewra jî êrişeke xwekujî pêk hat û di wê teqînê de 2 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn, dîsa li heman herêmê wesayîteke din a bombebarkirî teqîya û di wê teqînê de jî sivîl birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    Li Bexdayê teqîn: 3 kuştî û 10 birîndar
    Li Bexdayê teqîn: 7 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn
    Li Bexdayê teqîn: 10 kuştî, 25 birîndar
    Li Bexdayê êrîşeke xwekujî: 31 kuştî û 50 birîndar
    Li Bexdayê teqîn û êrîş: 5 kuştî, 17 birîndar
    Etîketan:
    7 kuştî û 17 birîndar, Li Bexdayê êrişên bombeyî, Berpirsê Midûriyeta Ewlehî ya Bexdayê, Yasir El Mustafa, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de