02:27 18 Sibat 2018
Zindî
    Gora komî

    Li navçeya Hemam Elî 400 kuştî hatin dîtin

    © REUTERS/ THAIER AL-SUDANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest ku hi herêmê hatine bidest xistin li navçeya Hemam Elî ya girêdayî Mûsilê goreke mezin a komî hat dîtin.

    Li navçeya Hemam Elî ya Mûsilê goreke bi komî hat dîtin û li gorî çavkaniyan termên 400 kesan têde ye. Artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de 5ê Mijdara 2016 navçeya Hemam Elîyê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kiribû.

    Piştî rizgarkirina navçeyê, di encama lêgerîn û pişkinînên Artêşa Iraqê goreke bi komî hat dîtin ku termên 400 kesan têde ye. Li gorî agahiyan, ev gora komî li nêzîkî Fakulteya Çandinî ya Zanîngeha Hemam Elîyê hatiye dîtin. Lêkolînan derxistiye holê ku termên têde vedigerin berî mehek an 2 mehan û gelek term jî hêj ji nav neçûne.

    Hevwelatiyekî xelkê Hemam Elîyê ku mala wî nêzîkî gora bi komî ye,ragihand ku terorîstên DAIŞê li derdora nîvê êvarî, bi kom xelk dianîn wir û ew dikuştin.

    Hemam Elîl navçeyeke girêdayî Mûsilê ye ku bi qasî 30 kîlometroyan ji navenda bajarê Mûsilê dûr e.

    Bi heman mijarî:

    RTyê dîmênên gora komî ya bajarokê Sulukê ku ji DAIŞê hat paqijkirin par ve kir
    ŞENGAL- Gora komî ya 6emîn: 110 kurdên êzidî
    'Beşeke mezin a Mûsilê Kurdistan e'
    Artêşa Iraqê taxeke din li Mûsilê stend
    Pêşveçûna Artêşa Iraqê ya li Mûsilê dewam dike
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Artêşa Iraqê, Hemam Alîl, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de