08:40 21 Sibat 2018
Zindî
    Afxanîstan

    Li Efxanîstanê li dijî Balyozxaneya Almanyayê êrîş: Mirî û birîndar hene

    © REUTERS/ OMAR SOBHANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Efxanîstanê li bajarê Mezarê Şerîf li dijî Balyozxaneya Almanyayê êrîş pêk hat. Hat diyar kirin ku di êrîşê de mirî hene û 30 kes birîndar bûne.

    Rayedarên Efxan diyar kirin ku êrîşkar bi wesayiteke bombebarkirî nêzîkî deriyê mezin ê Balyozxaneya Almanyayê bû û êrîş pêk anî.

    Hat ragihandin ku di êrişê kesên mirî hene û 30 kesên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyan. Talîban ew êrîş girt ser xwe.

    JI BO KETINA CIHÊ BÛYERÊ DESTÛR NAYÊ DAYÎN

    Hat diyar kirin ku ji ber teqîna êrîşê camên gelek mal û kargehan şikestin û niştecihên wê herêmê derketin kolanan.

    Ji aliyê din ve leşkerên Alman ên ku hatin cihê bûyerê, destûrê nadin ku kes têkevin wê herêmê.

    ‘JI BAREGEHA NATOyê YEKÎNE HATIN ŞANDIN'

    Hat diyar kirin ku ji bo herêma ku balyozxaneya Almanya lê ye, ji baregeha NATOyê yekîneyên leşkerî hatin şandin.

    Tê ragihandin ku şerê li wê herêmê berdewam dike û hat gotin ku elketrîka herêmê jî hatiye birîn.

    ‘2 KES MIRIN, 50 KES BIRÎNDAR BÛN'

    Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di êrîşê de 2 kes mirin, nêzîkî 50 kes jî birîndar bûn.

    Tê diyar kirin ku ev êrîş ji bo heyfgirtina êrîşa hewayî ya ku hêzên NATOyê hefteya borî li Kunduzê pêk anîn, hatiye lidarxistin.

    Yekîneyên NATOyê li dijî Talîban êrîşa hewayî pêk anîbû û di wê êrîşê de zêdetirî 30 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Generalê Amerîkayî: Ji %10ê Efxanîstanê di bin kontrola Tallîban de ye
    Li paytexta Efxanîstanê teqîn û şer qewimî
    Li Zanîngeha Amerîka ya li Efxanîstanê êrîş pêkhat
    Li Efxanîstanê operasyon: 21 milîtanên Talîbanê hatin kuştin
    Li Efxanîstanê helîkoptereke Pakîstanê ket
    Etîketan:
    êrîş, mirî û birîndar, Balyozxaneya Almanya ya li Efxanîstanê, NATO, Mezarê Şerîf, Efxanîstan, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de