16:37 25 Hezîran 2018
Nexweşxane

Li Îzmîrê li 2 nexweşxaneyan zêdetirî 100 kesan jehrî bûn

© Foto : AA/ Kemal Karagöz
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li Îzmîrê li Nexweşxaneya Zarokan a Dr. Behçet Ûz û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Bozyakayê zêdetirî 100 nexweş, xizmên nexweşan û xebatkarên nexweşxaneyê ji ber xwarinê jehrî bûn.

Li Nexweşxaneya Zarokan a Dr. Behçet Ûz û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Bozyakayê nexweşên dihatin dermankirin, xizmên nexweşan û xebatkarên nexweşxaneyê xwarinê êvarê ya ku ji heman şîrketê hat belavkirin, xwarin. Demekê şûnde zêdetirî 100 kesên ku ji wê xwarinê xwarin nerehet bûn û hişê wan çû, madê wan lihev ket û zikêşî bûn. Li ser vê yekê wan kesan ji bo dermankirinê rakirin wan her du nexweşxaneyan û nexweşxaneyên li wê derdorê.

LÊPIRSÎN HAT DESTPÊ KIRIN

Serokê Şaxa Îzmîrê ya Turk Saglik-Senê Ahmet Dogruyol ê ku hat Nexweşxaneya Zarokan a Dr. Behçet Ûz ji rayedaran agahî girtin û diyar kir ku piştî taybetkirina şîrketên xwarinê gelek caran bûyerên bi vî rengî qewimîn. Dogruyol got, "Niha li vê nexweşxaneyê zêdetirî 40 nexweş û xizmên nexweşan jehrî bûne. Tevlî xebatkaran ev hejmar hîn zêde ye. Li Nexweşxaneya Bozyakayê jî kesên bi jehrê ketine hene.

Li gel berdewamiya dermankirina kesên jehrî bûni di derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Bi heman mijarî:

Li Semsûr û Rihayê 92 xwendekar bi jehrê ketin
Li Mereşê bi hezaran kes ji ber avê jehrî bûn
“Leşkerên tirk li Başîkayê jehrî bûn”
Etîketan:
nexweş, xwarin, jehrîbûn, Nexweşxaneya Zarokan a Dr. Behçet Ûz, Nexweşxaneya Bozkayayê, Serokê Şaxa Îzmîrê ya Turk Saglik-Senê, Ahmet Dogruyol, Îzmîr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de