06:30 20 Sibat 2018
Zindî
    Pirsûs- xwe şewitandin

    'Ne ji ber birçîbûnê, ji bo birayê xwe yê di girtîgehê de xwe şewitandiye!'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Omer Faruk Baran
    0 01

    Eşkere bû ku Sirûciyê ku xwe îro li pêş Qeymeqamtiya Sirûcê şewitandiye ne ji ber birçîbûnê lê ji bo birayê xwe yê di girtîgehê de xwe şewitandiye.

    Ber bi danê êvarê nûçeyeke xweşewitandinê li ser ajansan belav bû. Li gorî nûçeyê Sirûciyekî ku navê wî Mahmut O ye, li pêş Qeymeqamtiya Sirûcê berê gotibû "Ez birçî me birçî!" û piştre jî bi benzînê xwe şewitandibû.

    Di vê heyama ku ji mamosteyan bigire heya rojnamegeran gelek kes bê kar mane de, "xweşewitandina ji ber birçîbûnê" bala gelek kesî kişand. Bi sedan kesî videoya ku Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (İHA) belav kiribû, li ser Twitterê retweet kir.

    Lê bi rastî jî Mahmut ji ber birçîbûnê xwe şewitandibû? Di videoya ku IHAyê belav kiriye de Mahmut O. ne bi kurdî dibêje "Ez birçî me birçî me" ne jî bi tirkî.

    Sputnik Kurdistanê ji çavkaniyê herêmî rastiya meseleyê wergirt. Li gorî agahiyên piştrastkirî Mahmut O. ne ji ber birçîbûnê lê ji bo birayê xwe yê di girtîgehê de xwe şewitandiye.

    Mehmet Baranê ku şahidê xweşewitandina Mahmut O bû ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku, Mahmut O dema ar bera canê xwe daye li ser birçîbûnê qet tiştek negotiye lê tenê gotiye "Ka birayê min ka! Ka Mihemed Bozan ka!"

    Parêzer Osman Ergun Yehlizade jî diyar kir ku ew parêzerê birayê Mahmut O ye û got: "Birayê Mahmut O, Mihemed Bozan nêzî salekê ye ji ber dozên siyasî di girtîgehê de ye. Psikolojiya Mahmut O, ji ber birayê wî yê di girtîgehê de xerab bûye. Tedawiya psîkolojîk dibîne. Du hefteyên berê nû ji nexweşxaneyê derket. Mahmut O, ne ji ber birçîbûnê ji bo birayê xwe, xwe li pêş Qeymeqamtiya Sirûcê şewitand. Nûçeyên din derew in."

    Hat ragihandin ku Mahmut O, li Rihayê li nexweşxaneyê ye û ji rîska mirinê filitiye.

    Bi heman mijarî:

    Li Girtîgeha Gebzeyê girtiyekê xwe şewitand
    Mixalefetê li şûna serokwezîr xwe şewitand
    Silêmnî- Jineke 113 salî xwe şewitand
    Etîketan:
    Sputnik Kurdistan, Osman Ergun, Mehmet Baran, Pirsûs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de