16:55 19 Sibat 2018
Zindî
    HPG

    PKKê li Colemêrgê êrişî leşkeran kir: Leşkerek hat kuştin

    © Foto: Lekolîn
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Şervanên PKKê li herêma Çiyayê Hisarê ku dikeve navbera navçeyên Çelê û Geverê yê bajarê Colemêrgê bi topên hewanê êrişî leşkerên tirk kir û di encamê de jî leşkerek jiyana xwe ji dest da.

    Şervanên PKKê li herêma ku dikeve navbera navçeyên Çelê û Geverê bi topên hewanan êriş birin ser leşkerên tirk û di encamê de jî leşkerek bi giran birîndar bû. Leşkerê birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Lê tevî hemû mudexaleyan leşker nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da.

    Hate diyarkirin ku piştî êrişa PKKê li herêmê operasyonek berfireh ji aliyê leşkerên tirk ve dan destpêkirin.

    Îro di saetên êvarê de jî PKKê li Wanê êrişî cerdevanan kiribû û di encamê de jî yek ji wan sivîl 4 cerdavan hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: De bila PKK û PYD were we rizgar bike
    Qeymeqamê Şingalê: PKK erebên êrîşî Şingalê kirine bi çek dike
    Îranê PKK bi teqandina xeta gazê tawanbar kir
    DYA, naxwaze PKK tevlî operasyona Mûsilê bibe
    Etîketan:
    hewan, mirî, leşker, êriş, PKK, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de