13:36 18 Kanûn 2017
Zindî
    rojava-sînor-çalakî-bombeya gazê-êriş-çalakî-artêşa tirk-kobanî

    Ji bo kurdan hişyarî - "Divê kurd ji hemû şêwazên êrîşan re amade bin"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka Encûmena TEV-DEMê ya Kantona Kobaniyê Eyşe Efendî diyar kir ku piştgiriya gelê Rojavayê ji gelê kurd li Tirkiyeyê re, sînor rakirine û wiha got: "Bi serhildanên gelê rojavayê, sînor bêwate bûne û piştgiriya gelê Rojavayê ji bo bakurê Kurdistanê dê hertim berdewam bike."

    Efendiyê derbarê rûdanên dawî li herêma kurdan li Tirkiyeyê axivî û diyar kir ku "TEV-DEM li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê, çalakiyan li dar dixe û ev çalakî dê li seranserê Rojavayê berdewam bikin".

    Herwiha hevserokê TEV-DEMê ya Kobaniyê teqez kir ku sînorên navbera Tirkiye û Rojavayê bê wate bûne û wiha got: "Serhildanên gelê Rojavayê bi giştî û bi taybetî yên kobaniyan sînorên navbera bakur û rojavayê rakirine".

    "ARMANCA TIRKIYEYÊ JI GIRTINA PARLEMENTERAN…"

    Siyasetmedara kurd derbarê girtina hevserok parlementerên HDPê de jî axivî û got: "Armanca dewleta Tirkiyeyê pêkanîna derbeyekê li dijî viyana gelê bakur e. Divê gelê kurd amade be. Gelo kurd di demeke man û nemanê re derbas dibe."

    Efendiyê teqez kir ku gelê Rojavayê dê piştgiriya xwe ji berdewam bike û wiha got: "Çawa gelê bakurê Kurdistanê ji bo Koabniyê ji sînor buhirîbe, gelê Kobaniyê jî dê ji sînor bibuhire û tev li berxwedana bakur bibe".

     

    Bi heman mijarî:

    TEV-DEM derbarê operasyona Cerablûsê de daxuyanî da
    TEV-DEM: Kes nikare kurdan bi hevkariyên qirêj têk bibe
    TEV-DEM gelê Şehbayê li hember komkujiyan hişyar kir
    TEV-DEM: Li Rojava dewleta tirk piştgiriya êrişên xwekujiyê dike
    TEV-DEM: ‘Erdogan cardin li Cizîrê komkujiyê pêk tîne'
    TEV-DEM bi pêkhateyên ereb re civiya
    Etîketan:
    serhildan, TEV-DEM, HDP, eyşe efendî, bakurê Kurdistanê, rojava, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de