09:44 21 Îlon 2017
Zindî
    Şervanê YPGê û Pêşmerge - Ala rengîn û ala YPGê - şervanên kurd

    ‘Gerîla û Pêşmerge bi DAIŞê re şer dikin'

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 52130

    Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Ehmed Salih bi kombûneke rojnamevanî ku li nûnertiya HDPê ya Hewlêrê saz kir, li ser girtina hevserok û parlamentarên HDPê daxuyanîyên girîng dan.

    Berhem Salih destgîrkirina parlamentarên HDPê bi tundî rexne kir û got, ‘Li vê dema ku pêşmerge û gerîlayên kurd rûbirûyî terorê û DAIŞê dibin, ew helwest cihê mehkûmkirinê ye.'

    Sekreterê Giştî yê YNKê desteserkirina Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag wek tawaneke mezin a dijî aştî, demokrasî û azadîyê şîrove kir.

    Salih destnîşan kir, ‘Selahattin Demirtaş û hevalên wî, nûnerên hemû xelkê Kurdistanê ne, nûnerên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava ne. Ti caran ne li cem xelkê Kurdistanê û demokratxwazên Tirkiyê û ne jî li cem cîhana azad girtina wan nayê qebûlkirin.'

    Bi heman mijarî:

    YNK: Em hevkarê stratejîk ê Şîayên Bexdayê ne
    YNK: Pêşmergeyan serkeftineke mezin tomar kir
    YNK: Em dixwazin dewleta Kurdistanê demokratîk û sivîl be
    YNK: Pêwîst e Amerîka bêtir alî kurdan bike
    YNK û Goran li parlementoya Iraqê bûn yek
    Etîketan:
    kurd, Tirkiye, DAIŞ, pêşmerge, HDP, Berhem Salih, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de