05:35 25 Îlon 2017
Zindî
    Li ber avahiya Wezareta Karê Hundir ji bo Hurşît Kulter çalaki hate li dar xistin

    Li Demirtaş, Baluken û Tanrikulu doza Hurşît Kulter hat vekirin

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji bo îdiayên li ser revandina Hurşît Kulter li 3 parlamentaran doz vekir.

    Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji ber îdiayên wan ên revandin û îşkencekirina Rêvebirê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Şirnexê Hurşît Kulter doz li 3 parlamentaran vekir.

    Di gilînameya dozê ya Wezareta Navxweyî de ku ji Serdozgeriya Enqerê re kiriye re hatiye şandin de, cezakirina Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş, Berdevkê Koma Parlamanê yê HDPê Îdrîs Balûken û Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu tê xwestin.

    Di gilînameyê de tê gotin ku wan parlamentaran bi hinceta ‘lihevanîna sûc', ‘sivîkayî û tahrîk kirina gel a bi neyartî û kîndariyê' û ‘Biçûk xistina Komara Tirkiyê tevî sazî û organên dewletê' sûc kiriye.

    Hêjayî gotinê ye, Rêvebirê DBPê Hurşît Kulter roja 7ê Gulan a 2016an li dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Cizîrê agahî jê nedihat û hatibû îdiakirin ku ew ji aliyê hêzên ewlekarîyê ve hatiye revandin. Lê piştî 133 rojan Hurşît Kulter li bajarê Kerkûkê derketibû holê, lêborîna xwe xwestibû û serpêhatiya xwe ji medyayê re vegotibû.

    Bi heman mijarî:

    Dayikên Şemiyê ji bo Hurşit Kulter kom bûn
    73 roj in ji Hurşit Kulter agahî tune ye
    Etîketan:
    Doza Hurşît Kulter, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, Tanrikulu, Baluken, Demirtaş, Hurşit Kulter, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de