14:43 22 Îlon 2017
Zindî
    Tirkiye - al

    Tirkiyê bersiva pêşniyara Îranê da: Pêwistiya me bi navbeynkariyê nîne

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Tirkiyê bersiva Îranê da ku Îranê gotibû ji bo rageşiya di navbera Enqere û Bexdayê de kêm bikin, ew dikarin navbeynkariyê bikin.

    Balyozê Tirkiyê li Tehranê Riza Hakan Tekin diyar kir ku bi Bexdayê re têkiliya me qut nebûye û aşkere kir ku pêwistî bi navbeynkariya welatekî sêyemîn nîne. Balyoz Tekin pêşniyara Îranê ya derbarê navbeynkariyê de nirxand û got ku Tirkiye ne li hemberî tevkariya Îranê ya li herêmê ye û diyar kir ku pêwistiya her du gelên bi sedan salan bi hev re dijîn bi navbeynkariyê nîne.

    ‘HERÇIQAS KU DI NAVBERA ME PIRSGIRÊKÊN CIDÎ DERKETIBE JÎ TÊKILÎ YA ME QUT NEBÛYE'

    Balyozê Tirk wiha axivî: "Em ne li hemberî tevkariya Îranê ne ku aramiyê bîne herêmê. Lê Iraq jî weke Îranê cîranekî me yê cuda ye û digel pirsgirêkên bi Iraqê re têkiliya me berdewam dike. Di navbera me û Iraqê de pirsgirêka têkiliyê nîne.

    Herçiqas ku em bi rayedarên Iraqê re pirsgirêkên cidî jî bijîn, bi rayedarên Iraqê re diyaloga me qut nebûye. Ji bo derbaskirina pirsgirêkan bi Iraqê re di asta herî bilind de têkiliyên me hene, lewre pêwistiya me bi navbeynkariya welatekî sêyemîn nîne."

    ‘NE HEWCEDARIYA IRAQÊ NE JÎ YA TIRKIYÊ BI VÎ TIŞTÎ NÎNE'

    Balyoz diyar kir ku ‘Heke qutbûnek çêbibe wê alîkariya welatekî sêyem bêhtir bi wate be' û got: "Ne pêdiviya Iraqê ne jî ya Tirkiyê bi navbeynkariya kesekî din re nîne ku bi sedan salane bi hev re dijîn. Jixwe em bi Iraqê re di nava diyalogê de ne, kanalên me yên Iraqê vekirîne. Bi destûra Xwedê em hêvî dikin ku di demeke kurt de em ê pirsgirêkên xwe derbas bikin."

    PÊŞNIYAR JI SERŞÊWIRMENDÊ SEROKÊ ÎRANÊ HATIBÛ

    Ali Ekber Welayetî Serşêwirmendê Serokê Îranê Ayetullah Ali Hamaney û Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Îranê İbrahim Rahimpur daxuyandibûn ku ji ber operasyona Mûsilê, ji bo rageşiya di navbera Tirkiyê û Iraqê bixin, aşkere kiribûn ku Tehran amade ye navbeynkariyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu bersiva erênî da Îranê û got: Başîka bêwate ye êdî
    Serokwezîrtiya Iraqê peymana di navbera Iraq û Tirkiyê de aşkere kir
    Etîketan:
    navbeynkarî, Balyozxaneya Tirkiyê li Îranê, Ali Ekber Welayetî, Ayetullah Ali Hamaney, İbrahim Rahimpur, Riza Hakan Tekin, Tehran, Enqere, Bexda, Tirkiye, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de