16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Sedat Peker

    Ji bo Sedat Peker 11 salan cezaya girtîgehê hat xwestin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Di derbarê Reis Sedat Peker de, ji ber ku ji bo akademîsyenên belavoka "Em nabin hevparê vî sûcî'" îmze kiribûn, gotibû "em ê xwîna we wekî cihokê biherikîne û em ê serê xwe pê bişon" doz hat vekirin û ji bo wî heta 11 salan cezaya girtîgehê hat xwestin.

    Di îdianemeyê de hat ragihandin ku di Rêbendana 2016a de bi îmzeya akademîsyenan belavokeke bi navê "Belavoka Akademîsyanan a ji bo Aşitiyê" hatiye weşandin û hat diyar kirin ku gumanbar Reis Sedat Peker li ser malpera xwe înternetê li dijî vê belavokê nivîseke rexneyê nivisiye. Hat bibîrxistin ku gilîdaran ji ber gotina Peker "em ê xwîna we wekî cihokê biherikîne û em ê serê xwe pê bişon" ya di wê nivîsê de giliyê wî kirine.

    Peker jî di parastina xwe de îdia kir ku "wî ew nivîsa nivisiye lê ew wan sûcan qebûl nakin, naveroka nivisê tenê pêşbinî ye." Di îdianameyê de hat diyar kirin ku ew nivisa hatiye weşandin ji bo zirardayîna gilîdaran îradeya sorkirin a welatiyan di xwe de dihewîne û her wiha ji bo gumanbar jî îradeya gefxwarinê tê de heye.

    Di îdianameyê de di derbarê gumanbar Reis Sedat Peker de ji ber sûcên ‘gefxwarinê' û ‘sorkirina ji bo sûc' ji salek û 4 meh û nîvan heta 11 salan cezaya girtîgehê hat xwestin û sewqê Dadgeha Ceza ya Asliyeyê hat kirin.

    Peker di rojê pêş de wê derkeve pêşberî Dadgeha Ceza ya Asliyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Kesê ku êrişî Can Dundar kir, gelo peyam ji Sedat Peker re avêt?
    Derheqê Sedat Peker de lêpirsîn hat destpêkirin
    Parêzerên KHAyê, Sedat Peker şikayetî dadgehê kirin
    Medyayê hedef girt, Serokomar heqaret kir û Sedat Peker jî tehdîd kir
    Etîketan:
    cezaya girtîgehê, doz vekirin, gefxwarin, Dadgeha Ceza ya Asliyeyê, Sedat Peker
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de