21:39 25 Îlon 2017
Zindî
    Joseph F. Dunford

    Amerîka û Tirkiyê li ser karkirina planeke domdirêj li hev kir

    © AP Photo/ Lauren Victoria Burke
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Malpera fermî ya Wezareta Parastina Amerîkayê Pentagonê ragihand ku sererkanên Amerîka û Tirkiyê li ser karkirina planeke domdirêj a dijî DAIŞê axivî ne.

    Piştî hevdîtina roja Yekşemê ya Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford û Sererkanê Artêşa Tirkiyê Hulusî Akar, Pentagonê daxuyanîyek belav kir.

    DÊ KOALÎSYON Û TIRKÎYE JI BO REQAYÊ KAR BIKIN

    Pentagonê di daxuyanîya xwe ya malpera fermî de bal kişand ser hevdîtina Dunford a bi hevtayê Tirk Hulusî Akar re û got, ‘her du sererkanan li Sûriyê li ser têkoşîna bi DAIŞê re û hevkarîya bo planeke domdirêj axivî ne.'

    Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê gotinên Joseph Dunford ên li ser rizgarkirina Reqayê bi bîr xist û daxuyakirin, ‘dê Koalîsyon û Tirkiye ji bo rizgarkirina Reqayê, birêvebirina piştî rizgarkirinê û parastina wê li ser planeke domdirêj bi hev re kar bikin.'

    DUNFORD: EM DIXWAZIN ŞEFAF BIN

    Herwiha gotinên Dunford ên ‘Dê Tirk ji bo diyarkirina hêzên rastîn bibin alîkar' hatin bîrxistin û hate diyarkirin, dê plana kontrolkirina Reqayê bêyî perspektîfa Tirkiyê ya li ser planên Amerîkayê pêk neyê.

    Pentagonê destnîşan kir ku Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford gotiye, ‘Em li ser vê babetê dixwazin bi hevpeymanên xwe yên Tirk re şefaf bin.'

    SERBAZÊ AMERÎKÎ DÊ OPERASYONAN KORDÎNE BIKE

    Di nûçeya CNN International de jî ev nûçe hate belav kirin û hate gotin, di hevdîtina her du sererkanan de biryar hatiye standin ku serbazekî pilebilind ê Amerîkî li biryargeha Sererkanîya Tirkiyê were erkdar kirin.
    Hate ragihandin, dê ew serbaz raporê bide Fermandarê Giştî yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel û pêwendîya operasyonên ser DAIŞê kordîne bike.

    Bi heman mijarî:

    Hevpeyman naxwaze bi hêzên hewayî li Minbicê xîne
    Di êrişên hêzên hevpeyman û Tirkiyeyê de 40 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Serokê Komîsyona Ewrûpayê: Ger Tirkiye li ser soza xwe nesekine, dê hevpeyman têk biçe!
    Şandeyeke Hêzên Hevpeyman derbasî Rojava bû
    Wezîrên Parastinê yên Hêzên Hevpeyman civiyan
    Etîketan:
    Suriye, rizgarkirina Reqayê, DAIŞ, Şerê dijî DAIŞê, Operasyona Reqayê, Joseph Votel, Hulusi Akar, Joseph Dunford, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de