20:42 24 Îlon 2017
Zindî
    Dibistan

    Li Semsûr û Rihayê 92 xwendekar bi jehrê ketin

    © Foto: BestaNûçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 346 0 0

    Li navçeya Siwêregê ya Rihayê li dibistanekê 27 xwendekar ji ber xwarinê jehrî ketin û rakirin nexweşxaneyê.

    Hat ragihandin ku li navçeya Siwêregê ya Rihayê xwendekarên Dibistana Seretayî û Navîn a gundê Dîrekliyê bi xwarina nanê nîvro zikêşî bûne û mamoste bi vê yekê hatine agahdar kirin.

    Bi îxbara mamosteyan peywirdarên tenduristiyê hatin dibistanê û bi ambûlansan 27 xwendekar sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatin kirin. Li nexweşxaneyê hat diyarkirin ku xwendekar ji ber xwarinê bi jehrê ketine.

    Her wiha bûyereke jehrî ketinê jî li Semsûrê qewimî. Hat diyar kirin ku li Semsûrê li Dibistana Navîn a gundê Çamdereyê jî ji ber xwarinê 65 xwendekar bi jehrê ketin. Xwendekar bi ambûlansan sewqê nexweşxaneyên Kexta û Sincikê hatin kirin û bi serûmê midaxeleya tendûristiyê li wan hatin kirin. Weliyên zarokan diyar kirin ku zarokên wan ji ber şîrinayî ya dibistanê bi jehrê ketine.

    Hat hîn bûn ku rewşa xwendekaran baş e û Miduriyeta Perwerde ya her du bajaran dest bi lêpirsînê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Mereşê bi hezaran kes ji ber avê jehrî bûn
    “Leşkerên tirk li Başîkayê jehrî bûn”
    Li Meletiyê 14 xwendekar hatin girtin
    Li Meletiyê 12 xwendekar hatin binçavkirin
    Li Bedlîsê 3 xwendekar hatin binçavkirin
    Etîketan:
    jehrîbûn, xwendekar, Miduriyeta Perwerde ya Siwêregê, Nexweşxaneya Dewlet a Siwêregê, Semsûr, Siwêreg, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de