23:10 20 Îlon 2017
Zindî
    Seîd Çurukkaya

    Cenazeyê Çurukkaya ber bi Çewlikê bi rê ket

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Cenazeyê Fermandarê Hêza Agirî ya Pêşmerge Dr. Silêman (Saît Çurukkaya) ji sînorê Herêma Kurdistanê derbasî navçeya Silopî ya Şirnexê hat kirin û li wir ji aliyê partiyên wek PAK, PDK-BAKUR saziyên sivîl û gelek kesan ve hat pêşwazî kirin.

    Cenazeyê Fermandarê Hêza Agirî ya Pêşmerge Dr. Silêman (Saît Çurukkaya) ji Herêma Kurdistanê derbasî navçeya Silopî ya Şirnexê hat kirin û pêşiyê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.

    Cenazeyê Çurukkaya paşê ji aliyê partiyên wekî PAK, PDK-BAKUR û saziyên sivîl û gelek kesan ve hat wergirtin û ber bi Amedê hat birêkirin. Hat diyar kirin ku partiyên Kurdistanî yên din jî wê li Amedê beşdarî karwanê cenazeyê Dr. Silêman bibin û wê cenazeyê wî bibin bajarê bajarê Çewlikê jidayîk bûye û li wir binax bikin.

    Fermandarê Hêza Agirî ya Pêşmerge Dr. Sîlêman (Saît Çurukkaya) roja 26ê Cotmehê di encama teqîna mayînekê de li gundê Tisxiraba Mezîn a li eniya Başîqayê bi giranî birîndar bûbû û roja 30ê Cotmehê li nexweşxaneyeke Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Cenazeya Çurukkaya îro tê Hewlêrê
    (Serrastkirin) Mejiyê Sait Çurukkaya sekiniye, bi cîhazan dijî
    Etîketan:
    birêketin, cenaze, Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê, Fermandarê Hêza Agirî ya Pêşmerge, PDK-BAKUR, PAK, Sait Çurukkaya, Silopî, Çewlik, Şirnex, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de