04:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Asayîşa Kerkûkê

    Li Kerkûkê şaneya rapêrîna DAIŞê hat pûç kirin

    © Foto: Kurdistan24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Polîsên Kerkûkê şaneyeke metirsdar ya 5 kesî ku dixwest bi erebên sûnî re raperînê bide destpêkirin desteser kir.

    Navenda Ragihandina Polîsên Kerkûkê îro Duşemê (07.11.2016) daxuyanîyeke nivîskî li ser encama operasyoneke ser şaneyeke metirsdar a DAIŞê belav kir.

    Di daxuyanîya navenda polîsên Kerkukê de hat ragihandin ku şaneya 5 terorîstên DAIŞê ku di nav erebên sunî de amadekariya raperînê dikirin hatiye desteserkirin.

    'ŞANEYA DAIŞê AMADEKARÎYA ŞER DIKIR'

    Navenda polîsan di daxuyaniya xwe de diyar kir, piştî komkirina zanyariyên hûr bi serpereştîya Emîd Serhed Qadir polîsê beşa lezgîn ê Kerkûkê û saziya istixbaratê ya Iraqê, şaneya 5 kesî ya di xew de ya DAIŞê ku tevî çekên xwe amadekariya şer dikirin destgîr kiriye.

    Herwiha hat gotin ew 5 kesên endamê DAIŞê bi biryara berpirsê leşkerî yê DAIŞê ji Hewîce hatine nav Kerkûkê.

    Asayîşa Kerkûkê
    © Foto:
    Asayîşa Kerkûkê

    HEMAN TERORÎSTAN BERÊ JÎ ÊRÎŞ KIRIBÛN

    Di heman daxuyanîyê de tê ragihandin ku ew terorîstên hatine destgîrkirin di sala 2015an de dema ku terorîstên DAIŞê ji hemû aliyan ve êrîş kirin ser çeperên Pêşmerge 4 xwekuj anîbûn nav otêla Qesr a Kerkûkê û piştre wesayîtek li taxa Huseyniye anku Cefer Sadiq teqandibûn.

    Navenda Polîsan li ser şaneya ku hatiye pûç kirin ev agahî parve kirin:
    "Berî êrîşa terorîstên DAIŞê ya ser Kerkûkê (21.10.2016) ew kes hatine agahdar kirin ku alîkariya wan DAIŞiyên têne nav Kerkûkê bikin. Du bombeyên çandî wan danîne û ligel binkeya polîsê Edale teqandine. Daxwaz ji wan hatiye kirin ku wek şaneyeke di xew de ligel erebên Kerkûkê dest bi raperînê bikin, cihên girîng ên destpêkê bigirin. Anku ji wan re hatiye destnîşan kirin ku cihên wek binkeyên polîs û asayîşê bigirin destê xwe.''

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Kerkûk ticarî dê nebe bingeheke terorîstan
    Serokê Kurdistanê: "Bila hemû gelê kurd piştrast be, dê Kerkûk were parastin"
    Rêxistina terorîst li Kerkûk û Mûsilê 22 kes îdam kirin
    Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
    KERKÛK - Xwekujên DAIŞê êrîşî kargeha gazê kir
    Etîketan:
    kerkuk, daiş, Operasyona DAIŞ, Asayîşa bajarê Kerkûkê, Rojhilata Navin, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de