22:16 24 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmergeyê PDK-Î

    PDK-Î: Hevserok û parlamenterên HDPê serbest berdin

    © Foto: Rudaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20030

    Cîgirê Sekreterê Giştî û Berdevkê Fermî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Îran (PDK-Î) Hesen Şerefî di derbarê desteserkirin û girtina hevserok û parlamenterên HDPê de axivî û di axaftina xwe de daxwaz ji hikumeta Tirkiyeyê kir ku wan HDPyiyan serbest berde.

    Li gorî agahiyên Kurdistanmediayê rayedarê PDK-Îyê Hesen Şerefî di derbarê desteserkirin û girtina hevserok û beşek parlamenterên HDPê de xemgîniya xwe anî ziman û bibîrxist ku ew hevserok û parlamneterên HDPê endamên partiyeke yasayî ne û bi dengê gel hatine hilbijartin. Şerefî wiha axivî:

    "Di 4ê Mijdara 2016a de hevserokên HDPê û hejmareke wê partiye ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin. HDP li wî welatî partiyeke yasayî ye û parlamenterên HDPê bi şêwyekî yasayî û bi dengê gel hatine hilbijartin. Desteserkirin û girtina wan HDPyiyan cihê xemgîniyê ye û ji bo berjwendiya xelk û hikumeta Tirkiyeyê xizmetê nake. Pirsgirêk divê bi riya parlamentoyê û bi axaftinê werin çareserkirin."

    Berdevkê PDK-Î Şerefî derbirî ku ew wek PDK-Îyê ji hikumeta Tirkiyeyê daxwaz dikin ku HDPyiyên hatine desteserkirin û girtin serbest berdin û pirsgirêkan bi gotûbêjê çareser bikin.

    Tê zanîn ku Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenterên HDPê hatibûn desteserkirin û paşê ji wan 9 hatibûn girtin, 3 jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan. Herî dawiyê jî îro Parlamenterê Colemêrgê yê HDPê Nihat Akdogan li Colemêrgê hatibû desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurê parlamentera HDPê rastî îşkenceyê hat'
    Kurtulmuş: Parlamenterê HDPê Akdogan li Colemergê hate desteserkirin
    HDPê ji bo girtina parlamenteran DMMEyê agahdar kir
    Ji Yildirim ji bo HDPê: Dibêjin ku nayên parlamenê, jixwe zêde nadihatin jî
    Girtina wekîlên HDPê li Swêdê hat şermezar kirin
    Kurdên Kurdistana Îranê: HDP ne bi tenê ye
    Etîketan:
    parlamenter, serbestberdan, Hevserokên HDPê, Berdevkê PDK-Îyê, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Hesen Şerefî, Tirkiye, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de