10:30 20 Îlon 2017
Zindî
    Rayedarên partiyên kurdistanî

    Partiyên Kurdistanî teqîna li Amedê şermezar kir

    © Foto: siverekname
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Partiyên Kurdistanî li ser teqîna li navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyeke hevpar belav kir û di daxuyaniyê de hat gotin, "Kiryar kî dibe bila be, em teqîna li Amedê şermezar dikin."

    Partiyên Kurdistanê di derbarê barê teqîna li navçeya Rezan a Amedê de daxuyaniyeke şermezarkirinê belavkirin û di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk dixwaze gele me biajo ser riya tundiyê û siyaseta tundî ya PKKê jî bingehên bi vê politikaya dewletê re lihevkirî, amade dike."

    Partiyan balkişand ser encam û kiryarên teqînê û hat gotin, "Di encama teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzîkê 100 kes jî birîndar bûn. Êrîş ji aliyê kê ve hatibe kirin, bila hatibe kirin, wê tabloya mirî û hilweşandinê neguherîne. Çalakiyên ku zirarê didin doza azadî ya Kurdistanê, zirarê didin gel û welatê me, ji aliyê kê ve werin kirin, bila werin kirin, em şermezar dikin."

    Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku çalakiyên bi vî awayî riyên çareseriyê digirin, bêçareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê hîn kûr dikin û hat gotin, "Dewleta Tirk dixwaze gele me biajo ser riya tundiyê û siyaseta tundî ya PKKê jî bingehên bi vê politikaya dewletê re lihevkirî, amade dike."

    Hêjayê bibîrxistinê ye ku di sibeha 4ê Mijdara 2016a de li navçeya Rezan a Amedê li nêzîkê Miduriyeta Hêzên Çewîk bi wesayiteke bombebarkirî êrîşek hat pêkanîn û di encama wê êrîşê de jê 2 polîs bi tevahî 11 kesan jiyana xwe ji dest dabû, nêzîkê 100 kes jî birîndar bûbûn.

    Bi heman mijarî:

    Ji ber êrîşa Amedê de 10 kes hatin desteserkirin
    Alîkarê Waliyê Amedê ji wezîfeyê hate girtin
    Teqîna Amedê - 2 jê polîs 9 kesan jiyana xwe ji dest da û bêtirî 100 birîndarî
    Dîmenên teqîna li Amedê
    TAKê berpirsyariya xwe li ser êrîşa Amedê ragihand
    Ji Canikli daxuyaniya êrîşa li Amedê: Bêguman PKKê kir
    Etîketan:
    şermezarkirin, teqîn, partiyên kurdistanî, Miduriyeta Hêzên Çewîk, Dewleta tirk, PKK, Rezan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de